Nêçîrvan Barzanî: Ji dil pîrozbahiyê li Joe Biden û cîgira wî dikim
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li hejmara xwe ya Twitterê peyameke pîrozbahiyê belav kir û got, “Ji dil pîrozbahiyê li serokê hilbijartî Joe Biden û cîgira wî Kamala Harris dikim.”
Nêçîrvan Barzanî diyar jî kir, “Hêvîdar im kar bikin daku hevbeşî û peywendiyên xwe yên dualî bihêztir bikin.”
Roja 17.02.2018, di çarçova Konferansa Asayişê ya Munchenê de Joe Biden û Nêçêrvan Barzanî civînek encam dabûn û Biden piştî civînê ragihandibû ku wan kombûnek gelek baş pêk anîn û got, “Rêza min heye bo Kurdan bi şêwazekî giştî û ez dikarim vê yekê bêjim ku serokwezîr behsa hinek tiştên gelek binyadî û pêşniyazên baş kir ji bo ku li gel Bexdayê bi hev re bi ser zehmetiyan de zal bin. Ez her tim geşbînim.”
Nêçîrvan Barzanî ku wê demê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bû, derbarê civîna li gel Biden de got, “Piştgiriya berdewam a birêz Biden bo Herêma Kurdistanê cihê pêzanînê ye, teybatî wê dema Senator û Cîgirê Serokê Amerîkayê bû.”
Joe Biden wê dema ku Cîgirê Serokê Amerîkayê bû, serdana Hewlêrê kiribû bo ku ji nêzîk ve agahdarê rewşa Herêma Kurdistanê bibe di şerê li dijî DAIŞê de.
Herwiha Joe Biden di Konferansa Asayişê ya Munchenê de û ji bo agahdarbûna ji rewşa niha ya Herêma Kurdistan, Iraq û navçeyê daxwaza kombûnê li Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîrê wê demê yê Herêma Kurdistanê kir û li Munchenê civîn encam dan.
Rudaw
