• Thursday, 05 February 2026
logo

Mezlûm Kobanî: Germtirîn pîrozbahî li Biden û Harris dikim

Gulan Media November 8, 2020 Nûçe
Mezlûm Kobanî: Germtirîn pîrozbahî li Biden û Harris dikim
Fermandarê Giştî yê HSDê pîrozbahî li ser serokê nû yê Amerîkayê û cîgira wî kir û hêviya xwe derbirî ku “hevahengiya qayîm a ligel Amerîkayê berdewam be.”

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) General Mezlûm Kobanî bi boneya serkeftina wan di hilbijartinên Amerîkayê de peyameke pîrozbahiyê arasteyî Joe Biden û cîgira wî Kamala Harris kir.

General Mezlûm Kobanî dibêje, “Bi helkefta serkeftina wan a dîrokî germtirîn pîrozbahî li Joe Biden û Kamala Harris dikim.”

Her di wê peyema xwe de Mezlûm Kobanî amaje bi şerê li dijî DAIŞê û destkeftên di wî şerî de kir û got, “Em hêvîdar in hevahengiya me ya qayîm ligel Amerîkayê berdewam be daku destkeftên xwe yên di şerê dijî DAIŞê de biparêzin û bingehê siberojeke baştir bo Sûriyê deynin.”

Medyaya Amerîkayê duh, piştî çend rojên encama dengdana bo hilbijartina serokê ku 4 salên li pêş rêvebiriya wî welatî bike aşkere kir û li gor encamên nefermî Joe Biden bû serokê nû yê Amerîkayê.


Rudaw
I extend my warmest congratulations to @JoeBiden and @KamalaHarris on their historic election victory. We look forward to continued close cooperation with the United States to protect our gains in the fight against Daesh and build a better future for Syrians.

— Mazloum Abdî مظلوم عبدي (@MazloumAbdi) November 8, 2020

Top