Joe Biden bû Serokê Amerîkayê
Beriya bi demekê medyaya Amerîkayê ragihand ku Joe Biden bû 46mîn Serokê Wilayetên Yekgirtiyên Amerîkayê.
Li gor nûçeyên ajansên Amerîkayê di hilbijartinên serokatiya Amerîkayê de berbijêrê Demokratan Joe Biden serkevt û dibe serokê nû yê Amerîkayê.
Jeo Biden kî ye?
Navê wî Joseph Robinette Biden e û Endamê Partiya Demokrat e.
Sala 1942 li Pennsylvania jidayik bû û bawername di yasayê de wergirtiye.
1973-2009 senator bû û 1987-1995 serokê Komîteya Dadê bû li Encûmena Pîran.
8 salan cîgirê serokê Amerîka bû û ji sala 2009 heta sala 2017 cîgirê serokê Amerîka bû.
Piştgiriya şerê 2003 yê Iraqê kir û berpirsê dosyeya Iraqê bû di Rêvebeirya Obama de
Di hezîrana 2020 bû berbijêrê Demokratan 11yê Tebaxa 2020 Kamala Harris weke cîgira xwe diyar kir.
-Zewiciye û 3 zarokên wî hene
Rudaw
