• Friday, 06 February 2026
logo

Salih Gedo: Di nêzîk de diyaloga PYNK - ENKSê dest pê dike

Gulan Media November 8, 2020 Nûçe
Salih Gedo: Di nêzîk de diyaloga PYNK - ENKSê dest pê dike
Sekreterê Partiya Çep a Demokrat a Kurd li Sûriyê Salih Gedo radigihîne, danûstandinên di navbera ENKS û PYNKê di demeke nêzîk de dest pê dikin.

Sekreterê Partiya Çep a Demokrat a Kurd li Sûriyê Salih Gedo ji K24ê re tekez kir, diyaloga kurdî di navbera ENKS û PYNKê de ranewestiye û berdewam e.

Salih Gedo diyar kir jî, endamên şanda Amerîkî yên serperiştiya danûstandinan dikin, ji ber hilbijartinên serokatiya Amerîka, vegeriyane wî welatî.

Partiya Çep a Demokrat a Kurd li Sûriyê ku di çarçoveya PYNKê de beşdarî diyaloga kurdî dibe, sekreterê wê tekez kir, danûstandin dê di demeke nêzîk de dest pê bike.

Basnews
Top