Li rojavayê Kurdistanê 237 kesên din bi koronayê ketin
Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa koronayê belav kir û ragihand ku 3 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Dr. Ciwan Mistefa, Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser ragihand; 269 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û ji wan 29 kes li Hesekê, 38 kes li Qamişlo, 36 kes li Dêrikê, 14 kes li Girkê Legê, 21 kes li Kobanî, 5 kes li Amûdê, 42 kes li Reqayê, 11 kes li Dêre Zorê, 1 kes li Tirbe Spiyê, 1 kes li Til Temir, 19 kes li Minbicê, 33 kes li Tebqayê, 1 kes li Şehbayê.
Dr. Ciwan Mistefa eşkere kir ku di nav 24 demjimêran de 27 kes jî baş bûne.
Bi vî awayî, hejmara kesên li rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 5484 kesan, ji wan 798 kes baş bûne û 130 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.
K24
