Pisporekî ewlehiyê: Divê Bexda û Hewlêr û hevpeymaniya navdewletî bi hev re rûbirûyî PKKê bibin
Pisporê ewlehiyê, Mîen Cibûrî ji BasNewsê re got, divêt hemahengiya serbazî di navbera hikûmetên Iraq û Herêma Kurdistanê û hevpeymaniya navdewletî de hebe bo sînordarkirin û heta rûbirûbûna PKKê, çimkî PKK bûye metirsî li ser ewlehiya Herêma Kurdistanê û Iraqê.
Mîen Cibûrî her wiha got, hevpeymaniya navdewletî pêbend e bi alîkarîkirina Iraqê di rûbirûbûna hemû hêz û rêxistinên derveyî dewletê, bi taybet PKK ku qet baweriya wê bi xebatên siyasî nîne. PKK hêzeka çekdar e ku tenê bi zimanê kuştin û şerê çekdarî diaxife.
Wî pisporê ewlehiyê anî ziman ku PKK di qada navdewletî wek rêxistineka terorîstî hatiye nasîn û got, divê armanca hevbeş ya Bexda û Hewlêr û hevpeymaniya navdewletî ew e ku çalakiyên wê sînordar bikin û deshilata Destûrî bigehînin wan deverên ku di destê PKKê de ne.
Basnews
