• Friday, 06 February 2026
logo

Bernard Henri Levy: Îdareya Trump du car xiyanet li Kurdan kir

Gulan Media November 7, 2020 Nûçe
Bernard Henri Levy: Îdareya Trump du car xiyanet li Kurdan kir
Fîlozofê Fransî Bernard Henri Levy ragihand: “Rewş di serdema îdareya Trump de bo Kurdan gelek xirab bû. Ez nikarim jibîr bikim ku Kurd du car ji aliyê îdareya Trump ve rastî xiyanetê hatin.”

Bernard Henri Levy beşdarî Jûra Nûçeyan a Kurdistan24ê bû li ser mameleya îdareya Trump li hember Kurdan diyar kir: “Rewş di serdema îdareya Trump de bo Kurdan gelek xirab bû. Ez nikarim jibîr bikim ku Kurd du car ji aliyê îdareya Trump ve rastî xiyanetê hat. A yekem di 2017an de dema referanduma başûrê Kurdistanê, Serok Mesûd Barzanî weke hevpeymanekî bi wefa ligel wî mamele nehat kirin. Wê demê jî min got; cara ewil e destê rojava bi xwîna dostên wê sor bû. Sala 2017an dema Kurdistan dorpêç lê hate kirin û Kerkûk hat dagirkirin, ez bawer im ji ber tirsonekiya îdareya Trump û Amerîkayê bû.”

Levy destnîşan kir: “Xiyaneta duyem jî ku li Kurdan hat kirin, piştî du salan di 2019an de li rojavayê Kurdistanê û biryara vekişandina serbazên Amerîkayê û vêxistina lambeya kesk ji Tirk û milîsên ser bi Tirkiyê re û rêdana dagirkirina xaka Kurdistanê bû. Loma Kurd di serdema îdareya Trump de du car xiyanet lê hat kirin.”

Bernard Henri Levy diyar kir: “Ne ez û ne ti kesekî din nikare pêşbîniya siyaseta îdareya Biden bike, lê dikarim vê yekê bibêjim; weke çar salên serdema îdareya Trump nabe. Bi dilekî şikestî ji were dibêjim; di çar salên borî de li başûr û rojava jî gelek karê xirab li we hat kirin û we ezmûneke tal derbas kir. Ez dikarim vê yekê bibêjim; ku di serdema desthilata Biden de bi vê şêweyê nabe.”

Levy destnîşan kir: “Bêguman ti serokekî Amerîkayê nikare berjewendiyên welatê xwe ji bîr bike, bi taybetî di vê rewşê de ku mixabin dinyaya rojava deriyê xwe li ber cîhanê girtiye. Ji aliyekî din ve nikarim pêşbînî bikim û bizanim siyaseta Biden li hember Îranê dê çawa be. Gelo dê heman siyaseta Obama be an cuda be? Tiştê ez dikarim ji we re bibêjim ev: yekem; siyaseta derve li ser bingeha şarezayî dê araste bike. A duyem jî; Ez bawer im Trump ji neyarên xwe hez dikir, weke Erdogan û Putin. Hûn dê wê hezkirin û nêzîkbûnê di îdareya Biden de bo wan, nebînin.”

K24
Top