• Friday, 06 February 2026
logo

Wezareta Pêşmerge: Êrîşa PKKê li dijî hemû destkeftên Herêma Kurdistanê ye

Gulan Media November 7, 2020 Nûçe
Wezareta Pêşmerge: Êrîşa PKKê li dijî hemû destkeftên Herêma Kurdistanê ye
Cîgirê Wezîrê Pêşmerge yê Herêma Kurdistanê Serbest Lezgîn êrîşa PKKê bo ser Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê şermezar kir û da zanîn ev êrîş li dijî hemû destkeftiyên Herêma Kurdistanê ye.

Serbest Lezgîn derbarê tevger û êrîşa PKKê bo ser Pêşmergeyên Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û ragihand êrîşa PKKê bo ser Pêşmergeyên Kurdistanê îsbat dike ku PKK ji bo têkdana asayîşa Herêma Kurdistanê kar dike.

Lezgîn amaje bi wê yekê jî kir ku bi êrîşên xwe bo ser Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê rastiya PKKê derketiye holê ku ew kar ji bo têkana asayiş û ewlehiya Herêma Kurdistanê dike.

Herwiha Serbest Lezgîn tekez kir ku êrîşa PKKê, ne li dijî Partiya Demokrat a Kurdistanê ye, li dijî hemû destkeft û xebat û qurbanîdana xelkê Herêma Kurdistanê ye.

Cîgirê Wezîrê Pêşmerge destnîşan kir: “Êrîşên PKKê bo ser Pêşmerge û Herêma Kurdistanê bertekên cuda cuda û berfireh li pey xwe anî, li ser vê mijarê Wezareta Derve ya Amerîkayê û Serokatiya Herêma Kurdistanê û Serokatiya Encûmena Wezîran û Parlementoya Kurdistanê û Parlementoya Iraqê, êrîşa PKKê bo ser hêzên Pêşmerge ya li Çemankê şermezar kirin.”

Di çend rojên derbasbûyî de çekdarên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li sînorê nahiya Çemankê ya ser bi navçeya Amêdiyê, sê êrîşên cuda birin ser hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê û polîsê parastina petrol û gazê, di encama wan êrîşan de pêşmergeyek şehîd bû û hejmarek pêşmerge û polîs birîndar bûn.

Herwiha çend roj berê jî çekdarên PKKê boriya petrolê ya Herêma Kurdistanê ya li sînorê Tirkiyê teqandibûn û rayedarên Herêma Kurdistanê eşkere kiribûn ku ji ber teqandina boriya petrolê, rojane 10 milyon dolar zirar digihe Herêma Kurdistanê.

Rudaw
Top