Tifaqa Kurdistanî: Banga me ew e ku rê li ber pevçûneke navbera Kurdan bê girtin
Di daxuyaniyê de, ku ji bilî PDK-Bakur, partiyên din ên Tifaqa Kurdistanî, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Azadî, Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP), Partiya Însan û Azadiyan, Partiya Demokrata Kurdistanê-Tirkiye (PDK-T) û Komeleya Kurdî ya Şoreşgêrên Demorkat (DDKD) îmze kirine.
Serokê Giştî yê PDK-Bakur Sertaç Bucak, ji Rûdawê re ragihand, “ji ber ku di daxuyaniya ku li ser navê Tifaqa Kurdistanî hatiye amadekirin de, mafê Herêma Kurdistanê û rewatiya statuya wê li ber çav nehatiye girtin, me weke PDK-Bakur ev daxuyanî îmze nekir.”
Bucak herwiha destnîşan kir, ew dê bi awayekê cuda û serbixwe, derbarê pêşhat û rewşa heyî ya li Kurdistanê de daxuyaniya xwe bidin.
Partiyên Tifaqa Kurdistanî di daxuyaniya xwe de behsa êş û janên netewa Kurd di dîrokê de dikin û dibêjin: “Gelê Kurd, bi sed salane li ser erdnigeriya xwe bi dehan car, bi qetliam û koçberiyan rû bi rû maye, bedêlên gelek giran daye û tevî van bedêlên giran jî, dev ji tekoşîna bidestxistina mafê xwe yên netewî bernedaye, jibo Herêma Kurdistana federe serxwebûn, jibo xweseriya Rojava jî bidestxistina statuyek fermî tekoşîna xwe didomîne.”
Di daxuyaniyê de, partiyên beşdar di tifaqê de daxwaz dikin, ku rê li ber pevçûneke navbera Kurdan bê girtin û tê gotin: “Gelê Kurd giraniya xisara birakujiyê, birînên birakujiyê, tedawî ya birînên civakî yên birkujiyê çi ye baş dizane, xisarên birînên brakujiyê ji bîra gelê Kurd neçûye hê jî bi êş û jana wan birînan dijî.
Tevî van ceribandinan, mafê partiyên Kurd tun ne ku bi travmayek nû, destkeftiyan ne têxin xeterê û ne jî bibin sedemê wundakirina destkeftiyên ku bi bedêlê giran hatine bidestxistin.”
Daxuyaniya Tifaqa Kurdistanî piştî wê yekê hat, ku pêr 4ê Mijdarê gerîlayên PKKê li bajarokê Çemankê di nav axa Başûrê Kurdistanê de, bombe li ser rêya Hêzên Pêşmerge teqandin û piştre êrîşî Pêşmerge kirin. Di encama êrîşa PKKê de, pêşmergeyek şehîd bû û du pêşmerge jî birîndar bûn.
Ew êrîşa PKKê ya li dijî Pêşmerge, rastî gelek karvedanan hat, Wezareta Derve ya Amerîkayê, hikûmet û parlamentoya Iraqê, hikûmet û serokatiya Herêma Kurdistanê û aliyên siyasî yên Kurdistanê bi tundî ew êrîşa PKKê şermezar kirin.
Naveroka daxuyaniya li ser navê Tifaqa Kurdistanî bi vî awayî ye:
Gelê Kurd, bi sed salane li ser erdnigeriya xwe bi dehan car, bi qetliam û koçberiyan rû bi rû maye, bedêlên gelek giran daye û tevî van bedêlên giran jî, dev ji tekoşîna bidestxistina mafê xwe yên netewî bernedaye, jibo Herêma Kurdistana federe serxwebûn, jibo xweseriya Rojava jî bidestxistina statuyek fermî tekoşîna xwe didomîne.
Di pêvajoya tekoşîna Azadî û sexwebûna netewa Kurd de, em bi xemgînî û bi şik dibînin ku hinek welatên dagirker, bi hewldanên provakatîf nakokiyên navbera partiyên Kurdan kûrtir dikin û dixwazin li gor berjewendiyên xwe bi kar bînin.
Pêvajoya tekoşîna azadî û serxwebûna netewa Kurd, di astek hessas de dibihore û ev rewş xwedî hinek fersendin jî. Ger ji pêla bikaranîna fersenda, kûrkirina nakokîyan bê domandin û bibe sedema pevçûnan, ev rewş wê bi gelê Kurd jî, bi siyaseta Kurd jî bide wundakirin.
Di serî de divê partiyên Kurd, di warê mudaxileyên provakatîf de baldar bin, bi hewldanek berpirsiyariyên xwe yên dîrokî, rêbaza parastina berjewendiyên netewî de karibin li gel hev tevbigerin, banga me ew e ku rê li ber pevçûneke nava Kurda bê girtin, lewra şerê di nevbera Kurdan de, doh jî ne di berjewendiya kurdan de bû û îro jî ewê ne di berjewendiyên Kurda de be, tenê dê bi kêrî dagirkerê kurda bê.
Gelê Kurd giraniya xisara birakujiyê, birînên birakujiyê, tedawî ya birînên civakî yên birkujiyê çi ye baş dizane, xisarên birînên brakujiyê ji bîra gelê Kurd neçûye hê jî bi êş û jana wan birînan dijî.
Tevî van ceribandinan, mafê partiyên Kurd tun ne ku bi travmayek nû, destkeftiyan ne têxin xeterê û ne jî bibin sedemê wundakirina destkeftiyên ku bi bedêlê giran hatine bidestxistin.
Ji bo partiyên Kurdan mecbûriyete ku di serî de, Reveberiya Herêma Kurdistanê ku ji bo Kurdan destkeftinek dîrokî û xwedî meşrûiyetek navnetewî ye, destkeftinên Kurdan li ku dibe bila bibe di hewldana parastin û geşedanê de bin.
Roj, roja yekîtîya netewî, parastin û geşedana destkeftinan e.
Ji bo çareserkirina nakokiyên navbera Kurda teqez diyalog divê, ji ber van sedema; em bang dikin ku teqez, divê pirsgirêkan bi destpêka diyalog a rêya çareseriyê bibînin û çareser bikin.
06.11.2020
Xebata Tifaqa Kurdistanî
DBP (Demokratik Bölgeler Pertisi)
KKP (Kürdistan Komünist Partisi)
PA (Partiya Azadî)
PİA (Partiya İnsan û Azadiya)
PDK-T (Partiya Demokrata Kurdistanê Tırkiya)
DDKD (Devrimci Demokratik Kürt Derneği)
HDP (Halkların Demokratik Partisi)
Rudaw
