• Friday, 06 February 2026
logo

Trump: Eger dengên yasayî werin jimartin em bi ser dikevin

Gulan Media November 6, 2020 Nûçe
Trump: Eger dengên yasayî werin jimartin em bi ser dikevin
Namzetê komariyan Donald Trump li Koşka Spî gotarek pêşkêş kir û ragihand ku eger dengên yasayî werin jimartin, ew bi ser dikeve.

Donald Trump diyar kir: “Eger dengên yasayî werin jimartin, ez bi hêsanî bi ser dikevim, lê eger dengên ne yasayî werin jimartin, ew dikarin hilbijartinê bidizin.”

Trump êrîş kire ser demokratan û bi gendelî û qirêjkirina hilbijartinan tohmetbar kir.

Donald Trump destnîşan kir ku tîma wî şerekî mezin dike ji bo rûbirûbûna gendelî û parastina wan dengên ku hê jî diyar nebûne.

Ev di demekê de ye ku namzetê demokratan Joe Biden ragihadibû ku serkeftin nêzîk e.

K24
Top