Trump: Eger dengên yasayî werin jimartin em bi ser dikevin
Donald Trump diyar kir: “Eger dengên yasayî werin jimartin, ez bi hêsanî bi ser dikevim, lê eger dengên ne yasayî werin jimartin, ew dikarin hilbijartinê bidizin.”
Trump êrîş kire ser demokratan û bi gendelî û qirêjkirina hilbijartinan tohmetbar kir.
Donald Trump destnîşan kir ku tîma wî şerekî mezin dike ji bo rûbirûbûna gendelî û parastina wan dengên ku hê jî diyar nebûne.
Ev di demekê de ye ku namzetê demokratan Joe Biden ragihadibû ku serkeftin nêzîk e.
K24
