• Friday, 06 February 2026
logo

Jeo Biden rekora Obama derbas kir û Arizona şîn kir

Gulan Media November 6, 2020 Nûçe
Jeo Biden rekora Obama derbas kir û Arizona şîn kir
Namzetê demokratan ê ji bo hilbijartinên Serokatiya Amerîkayê Joe Biden rekora dengên Serokê berê yê Amerîkayê Barack Obama derbas kir û eyaleta Arizona şîn kir.

Li gor rojnameya The New York Times a sala 2008an, Barack Obama karîbû 69 milyonn û 498 hezar û 516 deng werbigre ji bo hilbijartinên serokatiyê, lê heta roja 5ê Mijdara hilbijiratinên 2020an, Joe Biden ku namzetê demokratan e, karî 72 milyon û 263 hezar û 868 deng bi rêjeya %50.4 werbigre.

Joe Biden karî li ser asta welatê xwe li dijî Donald Trump raweste, ku 68 milyon û 508 hezar û 167 deng bi dest xistin ku dike rêjeya %47.8.

Herwiha îhtîmaleke mezin heye ku dengên Trump 69 milyon derbas bike, ji ber ku bi hezaran deng nehatine jimartin, bi vê jî her du namzetên 2020an hejmara rekor bi ser Obama de tomar dikin.

Heta êvara 5ê Mijdarê, Joe Biden kariye 264 dengên hilbijartinê bi dest bixe û Donald Trump jî 213 deng bi dest xistine. Ji bo temamkirina dengan, ji bo Jeo Biden 6 kursî mane.

K24
Top