• Thursday, 05 February 2026
logo

KCKê bersiva Amerîkayê da

Gulan Media November 6, 2020 Nûçe
KCKê bersiva Amerîkayê da
KCK daxuyaniya Wezareta Derve ya Amerîkayê şermezar kir li ser bûyerên li Çemankê û ragihand, Amerîka hewl dide nakokiyên di navbera hêzên Kurdî de kûr bike û herwiha KCK daxwaz dike gelê Kurd hewldanên xwe yên ji bo aramî û çareserkirina pirsgirêkan zêde bikin.

Roja 04.11.2020, li sînorê Çemankê sr bi qezaya Amêdî, mîneke çandî ya Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bi hêzên Pêşmerge ve teqiya û di encamê de pêşmergeyek şehîd bû û 2 pêşmerge birîndar bûn.

Vê bûyerê karvedanên navxwe û cîhanê li xwe anîn û dawîn karvedan ji aliyê Amerîkayê ve bû ku di daxuyaniyekê de êrişa PKKê ya li ser Pêşmerge bi tundî hatibû şermezarkirin û hatibû gotin, ew piştgiriya hikûmetên Iraq û Herêma Kurdistanê dikin “bo jinavbirina terorê.”

Her di wê daxuyaniyê de tekezî li ser piştgiriya Washingtonê bo Herêma Kurdistanê hatibû kirin û hatibû gotin, ‘’em dê berdewam bin li ser piştevaniya xwe bo Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo hewlên wan ên bo jinavbirina terorê.’’

Komîteya Peywendiyan a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) îro, 06.11.2020, bersiva daxuyaniya Wezareta Derve ya Amerîkayê da û di beşeke daxuyaniyê de hatiye gotin, “Amerîka li şûna ku rexne li sewqiyata leşkerî û dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser xaka Başûrê Kurdistan û Iraqê bike, bi hemû awayî piştevaniya wê û teşwîq dike. Amerîka ne tenê li hemberî operasyona dagirkerî ya dewleta Tirk û sûcên şer ên Erdogan deng dernaxîne, her wiha hewl dide bi piştevaniya li siyaseta şerxwazî û berewajîkirinê ya PDKê atmosfereke neyênî ya têkiliyên di navbera hêzên Kurdî kûrtir bike.”

KCKê daxuyaniya Alîkarê Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê şermezar dike û radigihîne, “em bang li gelê Kurd bi taybetî gelê Başûrê Kurdistanê, hêz û aliyên siyasî û reşwenbîran dikin ku li hemberî wê daxuyaniya provakatîf hişyar bin û hewldanên xwe ya ji bo aramî û çareseriya pirsgirêkan zêde bikin."

Roja Çarşemê 4ê Mijdara 2020an, li sînorê bajarokê Çemankê di êrişa PKKê de pêşmergeyek şehîd bû û du Pêşmerge jî birîndar bûn. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) ku baskê çekdarî yê PKKê ye, di daxuyaniyekê de bi fermî piştrast kir ku hêzên wan li sînorê bajarokê Çemankê ya Başûrê Kurdistanê, “2 mayîn bi Hammarên Pêşmerge ve teqandine.”

Rudaw
Top