• Friday, 06 February 2026
logo

PDK-Bakur derbarê êrîşa bo ser Pêşmerge de bang li PKKê kir

Gulan Media November 6, 2020 Nûçe
PDK-Bakur derbarê êrîşa bo ser Pêşmerge de bang li PKKê kir
Partiya Demokrata Kurdistan-Bakur (PDK-Bakur) êrîşa PKKê li ser Pêşmerge li nahiyeya Çemankê ya ser bi parêzgeha Duhokê li Herêma Kurdistanê bi tundî şermezar dike, “Em bang li PKK dikin rêzê li yasa û îradeye siyasî ya Herêma Kurdistan bigre. Divê PKK destwerdanê di karûbarên navxweyî yên Herêma Kurdistanê de neke.”

Roja Çarşemê 4ê Mijdara 2020an, li sînorê bajarokê Çemankê di êrişa PKKê de pêşmergeyek şehîd bû û du Pêşmerge jî birîndar bûn. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) ku baskê çekdarî yê PKKê ye, di daxuyaniyekê de bi fermî piştrast kir ku hêzên wan li sînorê bajarokê Çemankê ya Başûrê Kurdistanê, “2 mayîn bi Hammarên Pêşmerge ve teqandine.”

PDK-Bakur têkildarî wê êrişa PKKê ya bo ser Hêzên Pêşmerge de daxuyaniyek weşand û ew êriş bi tundî şermezar kir û ragihand, Ew kiryarên PKKê ku di demeke wisa de encam dide xizmeta Kurd û Kurdistanê nakin.

PDK-Bakur amaje bi “rewayî û yasayîbûna statuya Herêma Kurdistanê” dike û diyar dike, ku ew statu û destkeftiyên li Başûrê Kurdistanê bi hêsanî bidestneketine û gelek qurbanî ji bo wan destkeftan hatine dan, lewma jî divê ji aliyê hemû aliyên Kurdî ve bêne parastin.

Di daxuyaniya xwe de, PDK-Bakur dibêje, “her aliyek ku astengiyê li ber rewatiya Herêma Kurdistanê derxîne, xizmeta siyasetadijmin dike” û tekez dike: “Herêma Kurdistanê di warên syasî û aborî de roj bi roj bi pêş dikeve. Destkeftiyên li Başûr bi hêsanî bi dest neketin. Di encama ked, xebat û tekoşîna gelê me û qurbanîyên nezîkî 200 hezar şehîdên Enfalê, bajarê şehîd Helebçeyê, zêdetirî 8 hezar şehîdên Barzanî yên sivîlên wek şehîdên Enfalê ku li çolên başurê Iraqê hatin şehîdkirin û di encama Şoreşa îlonê ku bi pêşengîya nemir Mele Mistefa Barzanî de meşiya hatin bidestxistin. Di nav vî hevîrî de bi sedhezaran qurbaniyên Kurdistanî hene.

Parlamento, Hikûmet û Serokatiya Herêma Kurdistanê kiyanên rewa ne ku bi hilbijartênen demokratîk îradeya gelê me temsîl dikin. Saziyên Kurdistanê xwedî meşruîyeta netewî û navneteweyî ne. Ji bo wî dewlêten dagirkêr naxwazin Herêma Kurdistanê bi pêşkeve. Ger kî astengî li ber meşruîyeta Herêma Kurdistanê derdixîne xizmeta siyaseta dijmin dike.”

Partiya Demokrata Kurdistan-Bakur bang li PKKê jî dike ku rêzê li statu û îradeya siyasî ya Başûrê Kurdistanê bigire û dibêje: “Em bang li PKK dikin rêzê li yasa û îradeye siyasî ya Herêma Kurdistan bigre. Divê PKK destwerdanê di karûbarên navxweyî yên Herêma Kurdistanê de neke.”

PDK-Bakur herwiha bang li aliyên Kurdistanê jî dike, ku rê li ber şerê navbera Kurdan bê girtin.

Îro Tifaqa Kurdistanî ku ji hejmarek partiyên Bakurê Kurdistanê pêk tê û PDK-Bakur jî yek ji wan e, daxuyaniyek derbarê rewşa piştî êrîşa PKKê ya li Çemankê belav kir, lê PDK-Bakur ev daxuyanî îmze nekiriye.

Tifaqa Kurdistanî di daxuyaniya xwe de, bêyî ku amaje bi êrîşa PKKê ya bo ser Hêzên Pêşmerge li Çemankê bike, daxwaz dike ku rê li şerê di navbera Kurdan de bê girtin.

Serokê Giştî yê PDK-Bakur Sertaç Bucak derbarê sedema îmzenekirina daxuyaniya Tifaqa Kurdistanî ji aliyê partiya xwe ve ji Rûdawê re ragihand, “ji ber ku di daxuyaniya ku li ser navê Tifaqa Kurdistanî hatiye amadekirin de, mafê Herêma Kurdistanê û rewatiya statuya wê li ber çav nehatiye girtin, me weke PDK-Bakur ev daxuyanî îmze nekir.”

Rudaw
Top