• Thursday, 05 February 2026
logo

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Ednan Dercal kir

Gulan Media November 6, 2020 Nûçe
Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Ednan Dercal kir
behsa têkiliyên navbera hewlêr û bexdayê kirin.
Piştî nîvroya îro pênçşem 05.11.2020 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Wezîrê Werzîş û Lawan û Werzîşkarê navdarê Iraqê birêz Ednan Dercal kir.

Li hevdîtinek da rewşa werzîş û lawan û çalakiyên werzîşî yên li Iraq û Herêma Kurdistanê hate guftûgo kirin û tîşk xistin li ser pêwîstiyên warê werzîşê û girîngiya sûdwergirtina uzeya lawan ya pêşxistina şiyanên wan û beşdarîpêkirina çalakiyên wan ya li avadankirina welat da.

Her dû alî tekez li ser girîngî û pêwîstiya hebûna rewange û stratejiyeke niştimanî ya pêşxistina warê werzîş û lawan li Iraq û Herêma Kurdistanê kir û hevkarî û hemahengiya zêdetirê her dû warê werzîş û lawan li Iraq û Herêma Kurdistanê bi pêwîst zanî.

Diyartirîn kêşe û giriftên li ber werzîş û çawayiya çareserkirina wan, pêwîstiya dabînkirina derfeta kar ya lawan û bikarxistina wan ya li proseya avadankirina welat da û paşeroja werzîş, mijareke dinê hevdîtinê bû.

Top