• Friday, 06 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî: Êrîşa PKKê bo ser Pêşmerge pêşhateke metirsîdar e

Gulan Media November 5, 2020 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî: Êrîşa PKKê bo ser Pêşmerge pêşhateke metirsîdar e
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî derbarê êrîşa PKKê bo ser hêza Pêşmerge daxyaniyek belav kir. Di wê daxuyaniyê de Nêçîrvan Barzanî êrîşa PKKê bi tûndû şermezar kir.

Daxuyaniya Nêçîrvan Barzanî wiha ye:
Êrîşa îro ya PKK li nava kûrahiya axa Herêma Kurdistanê da û li nahiya Çemankê ya li tixûbê parêzgeha Dihokê ku têda Pêşmergeyek şehîd û hejmareke din jî birîndar bûn, pêşhatekî metirsîdare û bi tundî şermezar dikîn. Ev êrîş hîç hêcetek hilnagirê û êrîşe li ser jiyan û aramiya xelkê û axa Kurdistanê.

Di demek da gelê Kurdistanê di nava çendîn qeyran û kêşeyan deye, ev şerpêfiroştin û aloziya ji aliyê PKK ve, rewşa Herêma Kurdistanê û gelê me tûşî êşên zêdetir dike û kes têda serkeftî û birawe nabe.

Wekî herdem dûpat dikîn ku pêwîste PKK rêz li qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê û hikûmet û damezraweyên şerî bigrê û şer û aloziyan ji Kurdistanê dûr bixe.

Sersaxiyê li malbat û kesukarên Pêşmergeyê Şehîd (Hêrîş Cewher Mihemed) dikîn û hevxema wanîn, hêviya bi lez başbûnê ji bo Pêşmergeyên me yên birîndar dixwazîn, daxwaz dikîn hemû kêşeyan bi aramî û guftûgoyê bêne çareser kirin û rewş li vê zêdetir pêş nekeve.

Basnews
Top