Nêçîrvan Barzanî: Êrîşa PKKê bo ser Pêşmerge pêşhateke metirsîdar e
Daxuyaniya Nêçîrvan Barzanî wiha ye:
Êrîşa îro ya PKK li nava kûrahiya axa Herêma Kurdistanê da û li nahiya Çemankê ya li tixûbê parêzgeha Dihokê ku têda Pêşmergeyek şehîd û hejmareke din jî birîndar bûn, pêşhatekî metirsîdare û bi tundî şermezar dikîn. Ev êrîş hîç hêcetek hilnagirê û êrîşe li ser jiyan û aramiya xelkê û axa Kurdistanê.
Di demek da gelê Kurdistanê di nava çendîn qeyran û kêşeyan deye, ev şerpêfiroştin û aloziya ji aliyê PKK ve, rewşa Herêma Kurdistanê û gelê me tûşî êşên zêdetir dike û kes têda serkeftî û birawe nabe.
Wekî herdem dûpat dikîn ku pêwîste PKK rêz li qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê û hikûmet û damezraweyên şerî bigrê û şer û aloziyan ji Kurdistanê dûr bixe.
Sersaxiyê li malbat û kesukarên Pêşmergeyê Şehîd (Hêrîş Cewher Mihemed) dikîn û hevxema wanîn, hêviya bi lez başbûnê ji bo Pêşmergeyên me yên birîndar dixwazîn, daxwaz dikîn hemû kêşeyan bi aramî û guftûgoyê bêne çareser kirin û rewş li vê zêdetir pêş nekeve.
Basnews
