• Friday, 06 February 2026
logo

Serfermandarê Pêşmerge: Parêzvanê Kurdistanê Pêşmerge ye, ne PKK

Gulan Media November 5, 2020 Nûçe
Serfermandarê Pêşmerge: Parêzvanê Kurdistanê Pêşmerge ye, ne PKK
Serfermandarê wezareta Pêşmerge ragehand, bombeyekî çandî ya PKKê li nahyeya Çemankê bi karwaneke hêzên Pêşmerge de hatiye teqandin, piştî teqînê jî gule li hêzên Pêşmerge hatine berdan.

Serfermandarê wezareta Pêşmerge Ferîq Cemal Emînkî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Piştî fermandariya hêzên Pêşmerge ya yekîneyên 80, îro ji bo erkê xwe yê fermî serdana nahyeya Çemankê ya ser bi qeza Amêdî kir, bombeyekî çandî ji aliyê çekdarên PKKê ve hatibû danîn di karwanê otomobîlên wan de hatiye teqandin. Piştî teqînê jî çekdarên PKKê gule li hêzên Pêşmerge berdane.’’

Herwaha got: ‘’Ew cîhê ku bombe lê hatiye çandin rêya serekî ya nahyeya Çemankê ye ber bi navçeya Serêkanî û Berwariya jor. Di encama teqînê de jî Pêşmergeyek şehîd bû û du Pêşmerge jî birîndar bûn. Ew kiryarê çekdarên PKKê têkdane û ew dixwazin şerê birakujiyê bikin.’’

Serfermandarê Pêşmerge got: ‘’Pêşmerge parêzvanê Kurdistanê ye ne çekdarên PKKê. Ji ber wê jî mafê Pêşmerge ye li her cîhekî herêma Kurdistanê tevger bike û çeperan çêbike. Bila PKK biçe pirsgirêka xwe li gel Tirkiyê çareser bike, ne herêma Kurdistanê bike qada şer û milmilane û hesabên xwe tê de bike.’’

Basnews
Top