• Friday, 06 February 2026
logo

Êrîşa PKKê karvendanên tund li pişt xwe anîn

Gulan Media November 5, 2020 Nûçe
Êrîşa PKKê karvendanên tund li pişt xwe anîn
Êrîşa çekdarên PKK'ê ya li ser Pêşmergeyan bû sedema karvedanên tund ên navxweyî. Pisporekî siyaseta navnetewî jî dibêje: "PKKê li ber avedankirina bi hezaran gundên Kurdistanê digire û bi sedan malbat jî ji ber hebûna PKKê, ji mal û milkên xwe koçber bûne. PKKê niha jî li dijî berjewendiyên kurdan şer dike û êrîşî hêza Pêşmerge dike.”

Serokê Komîteya Pêwendiyan li Parlamena Kurdistanê Rêbiwar Babikaeyî ji K24ê re got: "Şerê PKKê li dijî dezgehên rewa yên Herêma Kurdistanê û gelê wê ye, ne tenê li dijî partiyeke diyarkirî ye. Ji ber vê yekê divê em li ser asta hikûmet, parleman û saziyên din ên Herêma Kurdistanê rûbirûyî siyaseta çeteyî ya PKKê bibin û rê nedin ku PKK siyaseta welatekî li herêmê bicih bike ku piştî peymana Şengalê, plana wê hatiye danîn. PKK dixwaze bi vî şerî hem rê li ber cibicîkirina wê rêkeftinê bike û hem jî rê nade projeyên xizmetkariyê li Şengalê bên cibicîkirin."

Got jî: "PKK bi van êrîşan, dixwaze pêşî li wan pêngavên ku Hikûmeta Herêmê û Hikûmeta Iraqê ji bo asayîkirina rewşa navçeyên cihê nakokiyê ne avêtine, bigire.”

PKK şer li dijî Herêma Kurdistanê û hêza Pêşmerge dest pê kiriye. Ev şerê jî, ne şerê PDK û PKKê ye, belkû şerê PKKê bi hikûmeta Herêma Kurdistanê û dezgehên wê yên rewa re ye.

Pisporê siyaseta navnetewî Salih Mela Omer got: "Serok Barzanî gelek hewl da, ji bo pirsgirêka kurd li Bakur bi aştiyane çareser bibe û ta radeyekê bawerî ji rayedarên Enqerê re dirust kir ku danûstandinan bi PKKê re bikin. Lê belê zîhniyeta PKKî ne ji bo parastina mafên kurdan e, lewma ev pêvajo şikest."

Roja Çarşemê 4 /11 / 2020 çekdarên PKK li nahiya Çemankê ya ser bi qezaya Amêdiyê ve êrişî ser hêza Pêşmerge kir û di encam de Pêşmergeyek şehîd û hejmareke din jî birîndar bûn.

Hewlên Serok Barzanî berdewam bûn ji bo berdewambûna proseya aştîyê li bakurê Kurdistanê, da ku pirsgirêka Kurd li bakurê Kurdistanê bi rêya aştîyane bê çareserkirin. Lê di demeke kurt de PKK'ê pêvajoya aştiyê têk da û bi wê sedemê gelek bajar, bajarok û gund wêran bûn.

Meydana xebata PKK'ê bakurê Kurdistanê ye, ne Herêma Kurdistanê ye. Li Bakur pêvajoya aştiyê têk da û kurdên wê parçeyê Kurdistanê derbider kirin. Niha jî li Herêma Kurdistanê li dijî Hikûmeta Herêma Kurdistanê dest bi şer kiriye. PKK di wan êrîşan de destpêşxer, serpêçkar, êrîşber û tawanbar e.

Basnews
Top