• Thursday, 05 February 2026
logo

Serokatiya Herêma Kurdistanê: Êrişa PKKê ya îro pêşhateyeke metirsîdar e

Gulan Media November 5, 2020 Nûçe
Serokatiya Herêma Kurdistanê: Êrişa PKKê ya îro pêşhateyeke metirsîdar e
Serokatiya Herêma Kurdistanê êrişa îro ya gerîlayên PKKê li bajarokê Çemankê ya bo ser hêzên Pêşmerge, weke pêşhateyeke metirsîdar bi nav kir û derbarê wê êrişê de ragihand ku ew pêşhateyeke metirsîdar e, û li dijî jiyan û aramiya xelkî û axa Herêma Kurdistanê bûye.

Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de bi tundî êrişa li Çemankê şermezar kir û ragihand, “Êrişa îro ya PKKê li kûrahiya axa Herêma Kurdistanê û li nahiyeya Çemanke li sînorê parêzgeha Duhok ku tê de pêşmergeyek şehîd bû û hejmareke din jî birîndar bûn, pêşhateke metirsîdar e û em bi tundî şermezar dikin.”

Di daxuyaniyê de Serokatiya Herêma Kurdistanê bi amajedan bi wê, ti sedemeke vê êrişê nîne û êriş e bo ser jiyan û aramiya xelk û axa Kurdistanê radigihîne, di demek da gelê Kurdistanê di nava çendîn qeyran û kêşeyan de ye, ev şerfirotin û aloziya ji aliyê PKK ve, rewşa Herêma Kurdistanê û gelê me tûşî êşên zêdetir dike û kes tê de serkeftî nabe.”

Serokatiya Herêma Kurdistanê bi pêwîstî dibîne, “PKK rêz li statuya destûrî ya Herêma Kurdistanê û hikûmet û dezgehên şer`î bigire û şer û aloziyan ji Kurdistanê dûr bixe.”

Serokatiya Herêma Kurdistanê serxweşî û hevxemiyê bo malbat û kesûkarên pêşmergeyê şehîd (Hêrîş Cewher Mihemed) derdibire. Herwiha hêviya bilez başbûnê ji bo pêşmergeyên birîndar dixwaze û daxwaz dike, “hemû pirsgirêk bi aramî û guftûgoyê bên çareserkirin û rewş ji vê zêdetir pêş nekeve.”

Rudaw
Top