• Friday, 06 February 2026
logo

James Jeffrey: Lazime PKK ji Sûriyeyê derkeve

Gulan Media November 5, 2020 Nûçe
James Jeffrey: Lazime PKK ji Sûriyeyê derkeve
dibêje danûstandinên aliyên Kurdî berdewamin.
Dibêje sedema kêşeyên heyî li deverê ye.

Nunerê Serokê Amerîkayê yê bo karûbarên Sûriyeyê James Jaffrey duhê ji çapemeniya Amerîkayê re behsa rewşa Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê kiriye.

Jaffrey diyar kiriye ku Amerîka ne amadeye li gel rejîma Esed têkiliyên xwe normal bike û lazime li Sûriyeyê guhertinên mezin werin kirin.

Jeffrey derbarê Rojavayê Kurdistanê de jî gotiye: Danûstandinên navbera hêzên Kurdî berdewamin û encamên baş jî hene.

Jeffrey herwiha diyar kiriye ku hebûna PKKê li deverê bûye sedema kêşeyên serekî lewre lazime pkk ji deverê derkeve daku kêşeyên heyî werin çareserkirin.

Top