• Friday, 06 February 2026
logo

Trump û Biden her du pêşbîniya serkeftinê dikin

Gulan Media November 4, 2020 Nûçe
Trump û Biden her du pêşbîniya serkeftinê dikin
Donald Trump vê sibehê ragihand, ew li benda 'serketineke mezin' e û Partiya Demokratan jî bi sextekariyê tometbar kir. Joe Biden jî pêşbîniya serketina xwe kir.

Çend deqe piştî ku Joe Biden gotara xwe pêşkêş kir ku tê de pêşbîniya serkeftina xwe di hilbijartinên serokatiya Amerîkayê de kir. Donald Trump li ser Twîtterê nivîsand, ew li benda "serketineke mezin" e û Demokrat tometbar kir ku hewl didin sextekariyê bikin.

Trump diyar kir, wê piştre gotarekê pêşkêş bike û twittera xwe daxuyaniya xwe de got, "Em ê ti carî destûrê nedin ku ew sextekariyê bikin." "Dema binkeyên dengdanê bên girtin, êdî nayê karîn deng bê dayîn."

Tora civakî ya Twitterê beriya niha ragihandibû, ew ê bi her awayî li dijî agahiyên nerast raweste, lewma piştî çend deqîqeyan ji twîtterê, hişyarî da Trump.

Serokê Amerîka Donald Trump i berdewam behsa wê dike ku dengdan bi riya postê sextekarî tê de tê kirin. Lê belê ti delîl eşkere nekirine.

Ji ber belavbûna zêdetir a vîrûsa Koronayê, di hilbijartinên serokatiya Amerîka de gelek kesan deng bi postê da. Tê payîn jî encama wê dengdanê û hin li hin wîlayetên ku hejmartina dengan dereng ketiye, di berjewendiya Biden de be.

Tê payîn Trûmp di gotara xwe de bersivê dide Biden bide ku berî çend xulekan di axaftina xwe de bang li alîgirên xwe kiribû ku sebir bikin û got: "Em bawer dikin em li ser riya serkeftinê ne... Heta ku hemû deng neyê jimartin, hilbijartin bi dawî nabe... Ne ez ne jî Donald Trump ne di wê pêgehê de ne ku bibêjin kî di hilbijartinê de bi ser ketiye."

Biden her wiha got di gotara xwe got, ew piştrast e ku li wîlayetên Arizona, Michigan, Pennsylvania û Washington bi ser bikeve ku pêştir Donald Trump di hilbijartinên sala 2016'an de li wan wîlayetan bi ser ketibû.

Rudaw
Top