Di mehekê de 7 welatiyên Kurd hatine darve kirin
Li sê bajarên Rojhilatê Kurdistanê hatine darvekirin.
Li gor raporteke navenda mafên mirovan ya Hengawê di Cotmeha 2020an de li Îran û Rojhilatê Kurdistanê bi giştî 7 welatiyên Kurd bi tawanên curbicur ji aliyê rejîma Îranê ve hatine darvekirin.
Hengawê belav kiriye ku ew her heft welatiyên Kurd li her sê bajarên Sine, Urmiye û Elîgûderizê hatine darvekirin.
4 ji wan welatiyên Kurd li girtîgeha navendî ya Urmiyeyê hatine darvekirin û du kesên din jî li Elîgûderiz ya li parêzgeha Loristanê û kesê din jî li Sineyê hatiye darvekirin.
