• Friday, 06 February 2026
logo

Dr. Saman Berzincî hişyarî da hemwelatiyan

Gulan Media November 4, 2020 Nûçe
Dr. Saman Berzincî hişyarî da hemwelatiyan
Wezîrê Tendirustiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî hişyarî da hemwelatiyan û da zanîn ji %90î ew kesên bi Koronayê dikevin û nîşaneya wan heye.

Dr. Saman Berzincî,ji BasNewsê re axivî û da zanîn niha cûre berketiyên Koronayê hene, cûreyek pêketina asayî ye û û cûreya din jî cûreya sext a Koronayê ye û nîşaneyên wê giran in. Herwiha ji %90 ew kesên bi Koronayê dikevin nîşaneyên wan jî giran in. “

Herwiha Dr. Saman Berzincî amaje bi wê yekê jî kir nexweşî bi giştî li nava komelgehê belav dibe û divê xelk haya ji xwe hebe û pabendî tedbîrên Koronayê bin.

Dr. Saman Berzincî tekez jî kir ji bo her qonaxeke taybet plana wan heye û niha ew berdewam in li ser dermankirina nexweşan û daxwazê ji xelkê dikin pabendî tedbîran bin û heger mejbûr nebin dernekevin derve û maske û lepik bikar bînin.


Basnews
Top