Ji rêveberekî PDKê bo Besê Hozat: PKK bi salane dijî kurd e û heq nîne kurdîniyê bifroşin me
Duh 03.11.2020ê hevseroka KCKê Besê Hozat di çarçoveya hewldanên PKKê bo berevajî kirina raya giştî de hin tomet avêtin ser PDKê.
Li hember wê endamê rêveberiya PDKê Hîwa Geylanî ji BasNewsê re ragehand: ‘’PDK naxwaze şer bibe û bi fermana Serok Barzanî şerê kurd û kurd hatiye heram kirin. Bi salane ev dirûşma PDKê ye. lê nabe ew dirûşim bê suîstîmal kirin û şer bisepînin hember me. Bi salane me xwe ji şer daye aliyekî û PKK şer difroşe me. Lê ji ber berjewendiyên gelê Kurdistanê me xwe li hember binpêkirinên PKKê daye aliyekî.’’
Herwaha got, kî maf daye PKKê şer bifroşe PDKê û hizra dijminan li dijî herêma Kurdistanê bicîh bîne? Û got: ‘’Her ew PKK ye bi salane dijatiye dewleta netewî dike, dijî Kurd û xewna gelê Kurdistanê ye û naha jî mafê wan tine kurdayetiyê bifroşe me û bangeşeya kurdayetiyê bike.’’
Herwaha diyar kir, li gor yasa û kevneşopiyên navnetewî PKK ti mafeke xwe tine li sînorê herêma Kurdistanê be, lê ‘’Ji bo berjewendiyên gelê Kurdistanê û dûrketina ji şerê kurd û kurd me gelek tişt qebûl kirine. Naha Serok Barzanî daxwaza aştiyê dike. Lê nabe niyeta paqij a aştiyê jê sûd bê wergirtin û berevajî kirin û ji vê zêdetir destwerdan li karûbarên başûrê Kurdistanê bikin. Em wan rojane de gotinên berpirsên PKKê dibînin ku bêhna şerê navxwe jê tê.’’
Derbarê bangeşeyên Besê Hozat de jî ku xwedê girawî hêzeke taybet li hember PKKê hatiye pêkanîn, Hîwa Geylanî got: ‘’Ew gotin hemû bo berevajî kirina xelkê ne, tişta serê wan bixwe hatiye û her grubekî wan ji kesekî û ji welatekî ferman werdigre û ew tişta di xewnê de jî serê Pêşmergeyên Kurdistanê de nayê û hêza Pêşmerge yek fermandariya xwe heye û pêbendî fermana serok Barzanî ye.’’
Basnews
