• Friday, 06 February 2026
logo

Ghareeb: Amerîka bi Demokrat û Komariyan ve rê nade statuya Herêma Kurdistanê bê hilweşandin

Gulan Media November 4, 2020 Nûçe
Ghareeb: Amerîka bi Demokrat û Komariyan ve rê nade statuya Herêma Kurdistanê bê hilweşandin
Pisporê Peywendiyên Navdewletî Prof. Edmund Ghareeb tekez dike, li Amerîkayê Demokrat jî û Komarî jî rê bi hilweşandina statuya Herêma Kurdistanê nadin.

Prof. Edmund Ghareeb ku pispor e di warê peywendiyên navdewletî û niha mamoste ye li Zanîngeha George Washington, di hevpeyvîneke taybet de ji Rûdawê re hilbijartinên Amerîkayê nirxand.

Prof. Edmund Ghareeb tekez dike ku Joe Biden li Iraq û Sûriyê piştgiriyê dide Kurdan lê berjewendiyên stratejîk ên welatê xwe jî li pêş digire.

“Biden wek dostê Kurd tê zanîn”

Li ser pirsa “ji bo Kurdan Biden an Trump siyaseteke erênî dide ber xwe?” Prof. Edmund Ghareeb dibêje, “Ev pirseke dijwar e. Herduyan jî di demên ciyawaz de piştevanî dane Kurdan. Bo nimûne Cîgirê berê yê Serokê Amerîkayê Joe Biden yek ji wan serkirdeyan e ku aşkere piştevaniya Kurdan dike. Biden ji ber ku di Şerê Kendavê yê 1991an de desthilata Sedam Husên hilneweşand rexne li Bushê bav girt. Herwiha piştgiriya şerê 2003an kir. Biden di 2007an nivîsên li ser Iraqeke federal nivîsand. Digot divê Iraq bibe 3 herêmên federe; herêmên Kurd, Şîe û Sunne. Paşê got Iraq ber bi hilweşiyanê ve diçe. Ev nêzîktirîn piştgirî bû li hizra serxwebûnê ya Kurdan. Lê dema ku wek Cîgirê Obama hat damezrandin, li dijî fikra cudabûna Kurdan a ji Iraqê hat. PKK wek rêxistineke terorî binav kir û got Tirkiye hevbeşê stratejîk ê Amerîkayê ye û ew berjewendiyên xwe li pêş digirin.”

Ghareeb amaje bi wê dike, Biden di rêveberiya Obama de berpirsê dosya Iraq-Kurd bû û diyar dike, “di vê heyamê de bi kêmanî 20 caran serdana Kurdistana Iraqê kir. Carekê ji zarokên Kurd gotina, “jibilî çiya dostê me nîne” bihîst û ji ber vê yekê gotibû, “em wek dostê we li vir in.” Di demên dawîn de jî piştgiriya Kurdên Sûriyê kir, lewma ji ber biryara vekişîna ji Sûriyê rexne li Trump girt. Lê got divê ew çek ji sînorê Tirkiyê dûr bên girtin. Herwiha got ew piştevaniya yekgirtina Kurdên Sûriyê li gel Kurdistana Iraqê nakin. Ev hemû nîşan didin Biden piştevaniya doza Kurd dike. Lê di heman demê de berjewendiyên stratejîk jî li ber îav digire.”

“Siyaseta derve ya Amerîkayê tenê serok diyar nake”

Ghareeb bibîr dixe ji ber operasyona Tirkiyê ya li ser Rojavayê Kurdistanê Trump gelek hat rexnekirin û diblje tevî vê yekê jî Trump hişyariya sepandina siza li Tirkiyê kir.

Ew pisporê peywendiyên navdewletî dibêje, ne tenê serok siyaseta Amerîka ya derve diyar dikin û tekez dike, “li gel serok saziyên din jî xwedî gotin in. Bo nimûne rola Kongreyê heye, rola artêşê heye. Rola CIA û heta ya medyayê jî heye. Ev hemû bandorê li ser siyaseta derve dikin. Gelek caran ji ber van sedeman berbijrêrên serokatiyê nikarin sozên xwe bicih bikin.”

Li ser siyaseta Washingtonê derbarê Herêma Kurdistanê de Ghareeb dibêje, “Herêma Kurdistanê ev demek dirêj e li Washingtonê amadekariyan dike, gelek dost bidest xistine. Kurdan di rêveberiya Amerîkayê de gelek dost bidest xistine. Di saziyên siyasî û medyayê de jî bi heman rengî. Kurd jî êdî sîstema desthilat a Amerîkayê baş dizanin. Lewma Kurd êdî xwedî destkeft, dost û heval in. Li gor gelek karbidestên li Amerîkayê berjewendiyên dewletên mezin li herêmê li pêş yên Kurdan in. Eger rûbirûyê bijardeya “Kurd an dewletên din” bin ew Kurdan hilnabijêr in. Mînaka zelal jî Tirkiye ye.”

Edmund Ghareeb tekez jî kir, li Amerîkayê Demokrat jî û Komarî jî statuya Herêma Kurdistanê diparêzin û rê bi hilweşîna wê nadin.

“Medya Amerîkayê piştgiriya Kurdên Sûriyê kir”

Edmund Ghareeb li ser pirsa “heman tişt ji bo Kurdên Rojava û Sûriyê jî derbasdar e?” got, “Ev mijar cuda ye. Ev rewşeke zêdetir girêdayî bi bûyerên li navçeyê ye. Di nav hikûmeta Amerîkayê de jî helwestên ciyawaz li hember Tirkiyê hene. Hinek rexneyên tund li Tirkiyê digirin û dixwazin helwestek tund li hember bê girtin. Heta hinek berpirsên Amerîkî dixwazin Binkeya Încîrlîkê bo grava Crete (Gîrît) bê veguhastin. Lê niha jî hem di nav Demokrat û hem di nav Komariyan de gelek dostên Tirkiyê hene. Ji ber ku hevbeşek NATOyê ye û di dema Şerê Sar de li dijî Sowyetê li gel Amerîkayê bû. Dîsa niha Amerîkayê pêwîstî bi pêgeha stratejîk a Tirkiyê heye li herêmê. Bo nimûne medya Amerîkayê piştevaniya Kurdên Sûriyê kir lê di dema operasyonên Tirkiyê yên bo ser Efrîn û Kobanî me rojnamevanek nedît ku cube herêmê. Di baweriya min de ev nîşanek e. Gelek caran ev mijar ji bo rexnekirina hevrîkên xwe dibe melzemeyek bo siyasetê.”

Bavê nasyonalîzma Kurdî Şêx Ubeydullah e”

Ghareeb diyar dike ku aliyên Kurdî di navbera xwe de xwedî nakokî ne û dibêje, “Nasyonalîzma Kurdî tiştek nû ye. Ez Şêx Ubeydullah wek bavê nasyonalîzma Kurdî dibînim. Şêx Ubeydullahê Nehrî yekem serkirdeyê Kurd e ku hewl dida Kurd bibin xwedî dewleteke serbixwe. Bi vê mebestê name ji bo sefîrên Brîtanî û Rûsî nivîsandin, daxwaza piştgiriyê kir. Lê binêrin, Faris û Osmanî ku wê demê li dij hev bûn, lê li hember serhildana Şêx Ubeydullah piştevaniya hev kirin. Şêx Ubeydullah dîl hat girtin û hat sirgûnkirin. Paşê bi dehan serhildan çê bûn lê encam tim wek xwe bû. Piştî Cenga Cîhanî ya Yekem nasyonalîzma Faris, Ereb û Tirkan bilind bû, lê ya Kurdan li ser bingeha eşîr û olê bû. Niha em berevajiya vê yekê dîbinin, Kurd berê xwe didin netewperweriyê û Tirk, Ereb û Faris berê xwe didin olê. Lê rastî ew e ku perçebûna navxwe ya Kurdan bandorê li ser nasyonalîzma Kurd dike. Lê bi giştî di demên dawîn de Kurd di vê mijarê de gelek bi pêş ketin.”

Rudaw
Top