• Friday, 06 February 2026
logo

Trump: Çar salên din li Koşka Spî dimînim

Gulan Media November 3, 2020 Nûçe
Trump: Çar salên din li Koşka Spî dimînim
Serokê Amerîkayê û berbijêrê partiya Komarî di hilbijartinên seroaktiya wî welatî de, Donald Trump bi serkeftina xwe ya di hilbijartina serokatiya Amerîkayê de geşbîn e û dibêje: “Çar salên din jî li Koşka Spî dimînim.”

Di civîneke çapemeniyê de ku kampanya propagandeya hilbijartinê bidawî anî, Berbijêrê Partiya Komarî Donald Trump çend demjimêr berî destpêkirina hilbijartina serokatiyê geşbîniya xwe ya bi serkeftinê anî ziman û got: “Hilbijartineke bijarte dibe. Vê carê jî biser dikevin, demeke din serokatiyê dibin.”

Serokê Amerîkayê behsa wê yekê kir ku di dema serokatiya wî de, aboriya Amerîkayê hejmara “bijarte” bidest xistiye û got: “Eger wek serokê welat bimînim, piştgiriya sektora pîşesazî ya welat dikim.” Trump bi slogana “Bila careke din Amerîkayê mezin bikin” got: “Me di asta berhemê navxweyî de pêşketineke berçav bidest xistiye.”

Trump careke din êrîşî hevrikê xwe Joe Biden kir û got: “Ew dixwaze baca zêdetir li ser gelê Amerîkayê ferz bike.” Derbarê yasayên koç û asayîşa sînorên Amerîkayê de jî Trump got: “Em dê li ser çîkirina dîwarê ser sînorê Meksîkayê berdewam dibin.” Di heman demê de amaje bi wê yekê da ku hikûmeta wî bi pêşwazîkirina li penaberan razî ye lê “bi mercê ew pêbendê yasayên Amerîkayê” bin.

Îro Sêşemê dengdana giştî bo hilbijartina serokatiya Amerîkayê birêve diçe û hevrikiya serekî bo postê çar salên pêş ên Amerîkayê, di navbera Berbijêrê Partiya Demokrat Joe Biden û Berbijêrê Partiya Komarî Donald Trump de ye.

Rudaw
Top