• Friday, 06 February 2026
logo

Hejmara miriyên erdheja Îzmîrê gihîşt 102 kesan

Gulan Media November 3, 2020 Nûçe
Hejmara miriyên erdheja Îzmîrê gihîşt 102 kesan
Hikûmeta Tirkiyê ragihand, hejmara kesên ku di erdheja Îzmîrê de mirine, gihîşt 102 kesan.

Saziya rewşên awarte ya Tirkiyê (AFAD) ragihand, heta vê sibehê hejmara kesên ku di erdheja Îzmîrê de canê xwe ji dest dane, gihîşt 102 kesan.

AFADê da zanîn, bi giştî 994 kes jî di erdhejê de birîndar bûne.

Roja 30 Cotmeha îsal, erdhejek bi tundiya 6.9 pile li bajarê Îzmîr yê Tirkiyê qewimî. Ji ber wê erdhejê gelek apartman û xanî û avahî hilweşiyan û ziyanek mezin gihîşt bajêr. Gelek kes jî di bin kavilan de man.

Beşek ji wan zindî û beşek jî mirî ji bin kavilan hatin derxistin lê bi gotina berpirsên hikûmetê, heta niha jî hinek kes di bin kavilran de mane, loma tê texmînkirin hejmara qurbaniyan zêde bibe.

Basnews
Top