• Friday, 06 February 2026
logo

Pisporekî neftê: Teqandina boriya nefta Kurdistnaê ji aliyê PKKê ve, dibe sebeba zêdebûna aloziyan

Gulan Media November 3, 2020 Nûçe
Pisporekî neftê: Teqandina boriya nefta Kurdistnaê ji aliyê PKKê ve, dibe sebeba zêdebûna aloziyan
Pisporekî neftê dibêje, teqandina boriya nefta Kurdistanê ji aliyê PKKê ve, ziyanek mezin digehîne aboriya Kurdistanê.

Pisporê neftê, dr. Ceger Ezîz li ser teqandina boriya nefta Kurdistanê ji aliyê PKKê ve, ji BasNewsê re got, ji ber teqandina boriya neftê ziyanek mezin digehe aboriya Kurdistanê, ji ber ku dibe sebeba sekinandina hinartina nefta Kurdistanê. Ev karê PKKê dê bibe sebeba zêdebûna aloziyê li deverê.

Dr. Ceger Ezîz her wiha got, teqandina boriya nefta Kurdistanê bi armanca xirakirina aramiya Kurdistanê hatiye kirin. Ji xwe PKK li vê yekê mukir hatiye. Îhtimal heye PKKê ji ber rêkeftina Hewlêr û Bexdayê li ser Şingalê jî ev kar kiribe.

Basnews
Top