Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê heta niha 130 kes bi koronayê mirine
Desteya Tendirostiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 3 nexweşên din ên koronayê jiyana xwe ji dest da.
Hevserokê Desteya Tendirostiyê Ciwan Mistefa diyar kir ku kesên mirine, 3 jinên ji Dêrikê ne.
Mistefa destnîşan kir ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 107 kesên din bi vîrusa koronayê ketine û ji wan 65 mêr in û 42 jî jin in û li van herêman in:
Dêrik: 26
Hesekê: 19
Qamişlo: 13
Amûdê: 3
Girkê Legê: 2
Çilaxa: 2
Kobanê: 14
Tebqa: 13
Dêrazor: 5
Minbic: 5
Şehba: 3
Reqa: 2
Ciwan Mistefa da zanîn ku 12 nexweşên koronayê jî baş bûne.
Bi van daneyan re, hejmara giştî ya pêketiyên koronayê dibe 4 hezar û 845, ji wan 130 kesan jiyana xwe ji dest daye û 744 kes jî baş bûne.
Ji anhayê hatiye wergirtin.
