• Friday, 06 February 2026
logo

Elî Ewnî: PKK behsa parastina Hewlêr û Şingalê dike lê nikare gundê Ocalan azad bike

Gulan Media November 3, 2020 Nûçe
Elî Ewnî: PKK behsa parastina Hewlêr û Şingalê dike lê nikare gundê Ocalan azad bike
Endamê Serkirdayetîya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Elî Ewnî bersiva wan kesên behsa egera şerê PDKê û PKKê dikin da û da zanîn ew kesên behsa şer dikin durû ne û hizbên wan di hikûmetê de beşdar in û parêzvaniyê PKKê dikin.

Endamê Serkirdayetiya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Arêz Ebdulla û çend berpirsên din ê nava YNKê ku weke dostên dijminên Kurdistanê û dijberên hestên neteweyî yên Kurdistanê tên naskirin dibêje ew şerê PKK û PDKê weke hevdû dibînin û red dikin.

Beramber wan daxuyaniyên Arêz Ebdulla Elî Ewnî ji BasNewsê re axivî û da got: “Beriya bi çend rojan Murad Karayilan bi awayekî qise dikir ku bêhna şer ji qiseyên wî dihat. Digot PDKê hêzên xwe anîne wan herêmên ku PKKê lê ne û rêyên hatinûçûnê girtine. Ev yek di demekê de ye beriya bi çend rojan li herêma Zêbarî eger me xwe negirtiba wê şer rûbida. Baş e em ji Karayilan dipirsin, çekdarên we li herêma Zêbarî çi dikin? Ew der sînorê kê ye? Rêya Spîlkê bo Barzanê rêya we ye? Ma rêya PKKê bo Diyarbekir heta Şemzînan heye? Çima rêya PKKê bo Spîlkê û Barzanê hebe? Li gor gotinên wan, wan hemû dinya azad kiriye û dibêjin me Rojavayê Kurdistanê, Şingal û Hewlêr parastî ye û azad kiriye lê nikarin gundê Ocalan azad bike“

Herwiha Elî Ewnî dibêje PKK bûye hespa Trûva û li ku derê armanca Tirkiyê ya dagirkeriyê hebe PKK ji Tirkiyê re rêxweşker dibe û wan li dû xwe tînê li wir bi cî dike. Lewre Tirkiye jî bangeşeya terorîstbûna PKKê dike û diçe wê herêma PKK lê heyî dagir dike.

Di beşekî din ê daxuyaniyê de Elî Ewnî dibêje ji ber kiryarên PKKê li nava xaka Herêma Kurdistanê niha Tirkiye hêzên xwe li Başûrê Kurdistanê bi cî kirine û ew nayên derxistin. Ewnî dibêje hin aliyan fikrên Serok Barzanî guherandine ku gotiye nabe kurd şerê kurd bike lê bi wî awayî jî nabe neheqî li Herêma Kurdistanê û PDKê jî were kirin.

Herwiha Elî Ewnî dibêje divê PKK kar û xebeta xwe bibe Bakurê Kurdistanê û şerê xwe nîne Başûrê Kurdistanê û li Başûrê Kurdistanê jî hikûmetê nas bike û ligor yasayan tevgerê bike. Li gefên berpirsên PKKê jî Elî Ewnî got: “PKK demekê daxwaze şer dike. Lêbelê PDK û hikûmet xwe digirin. Eger behsa şer bê kirin nabe PKK û PDK bikevin yek astê, PDK hest bi berpirsiyariyê dike. Lê ew hewl didin hemûtiştekî têk bidin. PKK bi aşkereyî bangeşeya şer dike. Bi taybetî bêhna şer ji gotinên Cemîl Bayik û Murat Karayilan tên.Ji ber wê jî divê xelkê Kurdistanê daxwazê ji PKKê bike ku dawî li bangeşeya şer bîne.”

Basnews
Top