• Friday, 06 February 2026
logo

Li Amerîkayê nêzîkî 100 milyon kesan deng dane

Gulan Media November 3, 2020 Nûçe
Li Amerîkayê nêzîkî 100 milyon kesan deng dane
Encama hilbijartina serokatiya Amerîkayê her çi be, proseyê ew yek îspat kiriye ku ji çendîn aliyan ve dîrokî û bê wêne ye. Heta serê sibeha îro Sêşemê hejmara dengan di degdana pêşwext de 97 milyon û 600 hezar kes derbas kiriye, ev jî dike 2 li ser sê yê hemû dengên hilbijartina 2016 li wî welatî.

Heta şeva borî, 62 milyon û 100 hezar kesan bi posteyê deng dane, 35 milyon û 500 hezar kesan jî serdana navendên dengdanê kirine. Tê pêşbînîkirin rêjeya beşdariya xelkê di vê hilbijartinê de li gor ya 2016ê rekorê bişkîne, ku 139 milyon kesan deng dabûn, pêşbînî tê kirin ku îsal zêdeyî 160 milyon kes deng bidin.

Li çendîn wilayetên Amerîkayê hejmara pîvaneyî ya dengên 2016ê hatiye şikandin, li Texas, Hawai, North Carolina û Georgia rêjeya beşdariyê ji sedî 90ê hilbijartina 2016ê derbas kiriye.

Li 20 wilayetan ku Komarî û Demokrat navên partiyên xwe tomar kirine, hejmara dengên hilbijartina pêşwext hatiye yekalîkirin, Demokrat ji sedî 45ê dengan û Komariyan ji sedî 30ê dengan bidest xistine.

Rudaw
Top