Fransa komeleyên "gurên boz" ên nijadperestên Tirkiyê dadixe
Wezîrê Navxwe yê Fransayê Gerald Darmanin di daxuyaniya xwe ya li Komîsyona Qanûna Meclîsa Netewî de ragihand ku dê komeleyên gurên boz ên nijadperestên Tirkiyê, ji aliyê Desteya Wezîran we werin daxistin.
Piştî ku Serokomarê Tirkiyê Erdogan û Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron dijî hevdu axivîn, komên nijadperest ên Tirkiyê li herêma Lyon dest bi êrîşan li dijî xelkê Ermenî kirin û dijî Macron derketin kolanan.
Herwiha di heman demê de bîrdariya qirkirinê ya Ermenî û navenda Ermeniyan texrîb kiribûn. Li ser van bîrdariyan komên nîjadperest nivîsên "RTE" û "Loûps Grîs" (gurên boz) nivîsandibûn.
K24
