Li Amerîkayê hilbijartinên serokatiyê destpê kir
Dengdana bo hilbijartina serokatiya Amerîkayê destpê kir û xelkê New Hamshire wek yekem eyaleta Amerîkayê ku dikeve li bakurê rojhilatê Amerîkayê dengê xwe didin.
Demjimêr 8ê sibehê bi dema Hewlêrê û 12ê şevê bi dema Washingtonê xelkê New Hamshire berê xwe dan navendên dengdanê.
Hejmara akinciyên wilayeta New Hamshire milyonek û 360 hezar kes e.
Dema destpêkirin û bidawîhatina dengdanê, ji eyaleteke Amerîkayê bo eyaleteke din diguhere.
Ji 50 eyaletên Amerîkayê, li 28 eyaletan dengdan 7ê sibehê bi dema Amerîkayê destpê dike, ku dike 3ê piştî nîvro bi dema Hewlêrê û li hinek eyaletên din jî dengdan demjimêr 6ê sibehê destpê dike, ku dike 2l piştî nîvro bi dema Hewlêrê û li çend eyaletan jî 6.30 yan 7.30 heya 8 destpê dike.
Di hilbijartinên serokatiya Amerîkayê de, zêdetirî 255 milyon kesan mafê wan ê dengdanê heye û zêdetirî 90 milyon kesan jî pêşwxt deng dane, ku di hilbijartinên Amerîkayê de rekorek e hatiye tomarkirin.
Li gor encamên rapirsiyên herî dawî, rikeberiya navbera Biden Trump pir nêzîk e.
Berbijêrê Komariyan bo hilbijartinan Donald Trump ragihandiye, ew di wê baweriyê de ye, tevî encamên rapirsiyan, lê ew dê biser keve.
Berbijêrê Demokratan jî Joe Biden ragihandiye, ku di serdema Trump de, Amerîkî rûbirûyî gelek êş û ne aramiyê bûne.
Rudaw
