Serok Barzanî: Bila kes xwe neke alternatîfê hikûmeta destûrî ya herêmê
Serok Barzanî derbarê kiriyarên PKK yên li herêma Kurdistanê de daxuyaniyek bo raya giştî weşand.
Derbarê kiriyarên pkkê yên li dijî herêma Kurdistanê û welatiyên Kurd de Serok Barzanî daxuyaniyek bo raya giştî weşand ku naveroka daxuyaniya wisaye;
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Di vê rewşa aloza ku dever têda derbas dibe û li gel tavahiya wan qirîzan ku berê xwe dane welatê me, bi pêwîstî dizanim daxwaz ji hemû Kurdistaniyek bikim ku bi awayeke rastbîniyê rûbirûyê vê rewşa neguncav bibin û li asta berpirsiyariya dîrokî da bin û berev asayîkirin û nehiştina alozî û nexweşiyan hengavan bavêjin. Niha Kurdistan ji hemû demekê zêdetir pêwîstî bi zarok û gedeyên xwe yên dilsoze bo ku welatê xwe ji nexweşî û planan biparêzin.
Dîrok şahêdiya vê yekê dide ku me şer Kurd li gel Kur heram kiriye û ew yek jî cîhê serfiraziyê ye bo me, jiber ku tevahiya aliyan ji şer û aloziyan û yekdeng nebûnê gelek zirarê dîtine.
Lê belê nabê ev helwesta me bi şaşî bê têgihiştin û îstîxlal kirin bo ku gefa desthilata yasayî ya Herêma Kurdistanê bê kirin û hewla sepandina îradeyeke çekdaraneya neyasayî li ser xelkê Kurdistanê bê dayîn. Nabê helwesta heramkirina şerê Kurd û Kurd bi wê yekê bê şîrovekirin ku aramî û asayîşa bajar û bajarok û gundên me bê têkdan û welatiyên me bêne neçar kirin ku mal û warên xwe bi cîh bihêlin û bibin qurbanî û bi neheq bêne şehîd kirin û kes jî deng neke.
Piştî êrîşa dirindaneya terorîstên DIŞIê, Pêşmergeyên qehremanên Kurdistanê rû li bereyên şerê dijî terorîstan kirin û gelek li navçeyên tixûbî vala kirin. Bi mixabiniyê ve ji wê demê ve li şûna wê yekê ku piştevaniya ezmûna Herêma Kurdistanê bikin, çekdarên PKK van navçeyên tixûbî û paşê hinek navçeyên din jî dagîr kirin û xwe wekî cîhgirê Hikûmetê sepandin û rêgiriyê li xelkê kirin mal û gûndên xwe avadan bikin û eger serdana navçayên xwe jî bikin bac û seraneyan ji wan werdigrin. Bêgûman ev reftar ne cihê qebûlkirinê ye. Helwesta niştimanperwerane û welatparêzane bi kirdarî diyar dikevê neku bi axaftin û gotaran.
Lazime li bîra wan be ku dema di destpêka destpêkirina çalakiyên xwe de bûn, me bi her awayî hevkariya wan kirin. Lê ew berevajiyê ve helwesteke necamêrane nîşan da û paşê li çendîn qonaxan da şer jî li ser me da sepandin û li encamê da em hemû aliyek zerermend bûyîn.
Baştirîn helwest li vê demê da rêz girtine li desthilata şer`î û yasayî ya Herêma Kurdistanê û her wiha valakirina wan hemû navçeyane ku li rêya sepandina hêzên çekdarî hatine dagîr kirin û ji bo welatiyên Herêma Kurdistanê bûne cihê metirsiyê. Niha jî li gel da bê sedan gûnd ji ber hebûna çekdarên PKK nehatine avadan kirin û bûne qadên şer û pevçûnan.
Li vir da daxwaz ji hemu aliyek dikim bo ku rewşa welatê me ji vê zêdetir têk neçê û cihên wêrankirî bêne avadan kirin û rê li aloziya zêdetir û rûdanên nexwastî bê girtin, pêwîste rê bi xwesepandina neyasayî ya çi aliyek nedin û piştevanê li xebat û qurbaniya Pêşmerge û gelê sîtemlêkiriyê me bikin û li asta berpirsiyariya vê qonaxê da bin.
Mesûd Barzanî
02.11.2020
