Li Viennayê 3 kes di êrîşeke terorî de hatin kuştin
Wezareta Navxwe ya Awusturyayê ragihand, di encama teqekirinê de li nêzîkî dêreke Cihûyan li naverasta Viyennayê 3 hatin kuştin û hejmarek din jî birîndar bûn.
Polîsan kuştina 3 sivîl, du mêr û jinekê piştrast kir. Şaredarê bajêr jî Mikhail Lyudvik ragihand, nexweşxaneyên bajêr zêdetir ji 15 birîndaran wergirtine ku di êrîşê de bi guleyan an jî pevçûnan birîndar bûne, 7 ji wan rewşa wan giran e.
Wezîrê Navxwe yê Awusturyayê Karl Karl Nehammer êrîşkerê ku ji aliyê polîsan ve hatiye kuştin weke 'terorîstekî Îslamî' bi nav kir.
K24
