• Thursday, 05 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî: Em dixwazin xelkê Kurdistanê bi xwe bibe hilberîner

Gulan Media November 2, 2020 Nûçe
Mesrûr Barzanî: Em dixwazin xelkê Kurdistanê bi xwe bibe hilberîner
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kevirê binyadê yê projeyeke stratejî ya Wezareta Çandiniyê danî. Armanca projeyê, dabînkirina asayişa xwarekê ye.

Ew proje ku biryar e heta Zivistana sala bê, her du qonaxên wê werin cibicîkirin, Mesrûr Barzanî di merasîma danîna kevirê binyadê de gotarek pêşkêş kir û ragihand:

Di navîna sedsala borî de di şikefta Şandarê de li herêma Barzan hestiyên mirovê Neanderthal hatin dîtin ku berî 50 hezar sal dijiyan. Cihê balkişiyê ew e, bi wan hestiyan re genim hatibû dîtin. Ew nîşaneya pêwendiya rasterast a mirov bi çandiniyê re ye di wê serdemê de. Piştî wê, em dizanin ku gundê Çermo li Kurdistanê yek ji kevintirîn gundên cîhanê tê naskirin ku rûniştvanên wî gundî çandinî kirine. Ev jî tê wê wateyê ku pêwendiya gelê Kurdistanê û vê herêmê bi çandiniyê re, pêwendiyeke dîrokî ye. Lê mixabin di dirêjiya dîrokê de bi taybetî di sedsala borî de, wek pêwîst ji berhemên çandiyê yên Herêma Kurdistanê nehat wergirtin.

Me di vê kabîneyê de gelek hewl da ku dahata Kurdistanê bê hemecurkirin û giringîyeke taybetî bi karta çandiniyê bê dayîn. Gelekî dixweş im ku îro em li vir in û beşdarî dirustkirina vê kargehê û komgehan dibin û kevirê binyadê jê re datînin. Ev proje, projeya bazirganîkirina genimê cotkarên Herêma Kurdistanê ye û ne tenê ya parêzgeha Hewlêrê ye. Li cih û parêzgehên din jî projeyên wiha berdewam dibin.

Eger bê bîra me, di nava sedsala dawî de heta vê dawiyê, mixabin Kurdistan piştî ku hat enfalkirin û kîmyabarankirin, beşeke mezin ji zeviyên cotkaran hatin wêrankirin û şewitandin. Gundên me neçar man ku cihên xwe bihêlin, gundên wan hatin wêrankirin û li gelek kampan de hatin bicihkirin. Mixabin vê jî hîşt ku berhemên çandinê yên Kurdistanê ziyaneke gelekî mezin bigihe wê.

Em dixwazin berûvajî wê bikin. Xelkê Kurdistanê li şûna çavê wî li mûçe be û xwedî lê were kirin, bi xwe bibe bibe hilberîner û ne tenê bikarhêner be. Ev cure proje, dê wiha bike ku ne tenê ewê alîkariya xwe bikin, belkû dê alîkariya hemû xelkê Kurdistanê bikin. Kurdistan ewqas dewlemend e, ne tenê dikare asayişa xwareka xwe dabîn bike, belkû dikare bibe selika xwareka Iraq û navçeyê. Ji ber wê, min ev proje, bi projeyeke gelekî girîn bi nav kir. Destexwşiyê li kompanyaya Xoşnaw a cibicîkar dikim û destxweşiyê li Wezareta Çandiniyê dikim ku ev proje amade kirine.

K24
Top