• Friday, 06 February 2026
logo

1ê Mijdarê wek roja Kobanê hat pêşwazîkirin

Gulan Media November 2, 2020 Nûçe
1ê Mijdarê wek roja Kobanê hat pêşwazîkirin
1ê Mijdarê wek Roja Kobanê ya Cîhanî tê pêşwazîkirin û pîrozkirin. Bi teybetî ji ber ku bi keda bilind a Pêşmerge Kobanê ji destê rêxistina tundrewtirîn a cîhanê DAIŞê hat rizgarkirin, Kobanê bûye xwediyê ciheke teybet û li bakurê Kurdistanê jî 1ê Mijdarê bi kelecanî tê pêşwazîkirin.

Di 1ê Mijdarê Roja Kobanê Ya Cîhanî de li bakurê Kurdistanê jî bo wateya rojê daxuyanî hatin li darxistin. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî bo Roja Kobanê Ya Cîhanî tevlî parlementer û rayedarên xwe civîneke çapemeniyê li Diyarbekir li dar xist. Di civînê de hat amajekirin kirin ku rizgarkirina Kobanê bo gelê Kurd gellek watedar bû û dema ku Kobanê di bin dorpêçê de bu dile hemu Kurdan bo Kobanê bibı yek. Parlementerê HDPê yê Diyarbekir Hişyar Ozsoy jî amaje kir ku Kobanê buye yek ji remzên neteweyî di dîroka Kurdistanê de.

Parlementerê HDPê yê Diyarbekir Hişyar Ozsoy got: “Wê demê xelkê Bakurê Kurdistanê dixwest ku pêşmerge bi rêya Bakur alikariyê bibe Rojava. Desthilata Tirkiyeyê rê nedida vê yekê û di encamê de ji ber guvaşan neçar ma rê bide. Niha dixwazin dagirkeriya ku DAIŞê nîvco hêliştî pêk bînin û Kobaniyê dagir bikin. Lê tiştekê ji bîr dikin. Kobanî ji xwe bi berxwedana xwe ya wê demê di dîrokê de cihê xwe girtiye.”

Piştî ku qadeke biçûk mabu Kobanê bi temamî bikeve deste DAIŞê de bi fermana Serok Barzanî pêşmerge bi alayên Kurdistanê bi rêya bakurê Kurdistanê derbasî Kobanê bun û dema derbasbunê de xelkê Bakur hijêkirinek gelek germ bo Pêşmerge nîşan dan û bo pêşwazîkirina pêşmergeyan herikîn kolanan. Sekreterê Hereketa Azadî Metîn Pîranî amaje dike ku di rizgarkirina Kobanê de rê rola pêşmergeyan ti carî neyê ji bîrkirin û wêneyên wê demê gelek watedar dibîne.

Sekreterê Hereketa Azadî Metîn Pîranî diyar kir: "Di rizgarkirina Kobanê de derket holê ku eger Kurd bibin yek dikarin hember dagirkeran û kesên xirap bi ser bikevin. Tişteke ecêp bû. Pêşmerge bi Ala Kurdistanê ji Başur hatin Bakur û çûn Rojava. Em bi wan dîmenan gelek keyfxweş bûn. Ez bawer im niha jî tiştek wisa çêbe dê gel bi keyfxweşî pêşwaziya Pêşmergeyan bike."

Hember alîkariya pêşmerge ya bejayî û alîkariya hêzên hevpeymaniya dijî DAIŞê ya navneteweyî DAIŞê nekarî dorpêça xwe bidomîne û di rêbendana 2015an de dorpêç ji ser Kobanê rakir, di adar a 2015an de jî Kobanî bi temamî ji deste DAIŞê hat derxistin.

K24
Top