• Friday, 06 February 2026
logo

Hewlêr.. Tometbarek polîsekî dikuje

Gulan Media November 2, 2020 Nûçe
Hewlêr.. Tometbarek polîsekî dikuje
Şeva borî li taxa Edale ya bajarê Hewlêrê, tometbarekî rûbirûbû polîsan dibe û teqe li wan dike. Di encamê de polîsek tê kuştin û 4 jî birîndar dibin.

Jêderekî ji Polîsa Hewlêrê ji K24ê re ragihand, dema hêzeke polîsan bi armanca desteserkirina tomatbarekî, diçin mala wî. Lê tometbar teqe li polîsan dibe. Di encamê polîsek tê kuştin û 4 polîs jî birîndar dibin.

Wê jêderî da zanîn, yek ji polîsên birîndar, bi pileya Eqîd e û navê wî Izedîn e, polîsê hatiye kuştin jî kurê wî ye.

Herwiha destnîşan kir, fermana desteserkirina wî tometbarî derketibû, hêza polîs bi armanca desteserkirinê çû mala wî. Lê tometbar xwe neda dest polîsan, teqe li polîsan kir.


K24
Top