Hewlêr.. Tometbarek polîsekî dikuje
Jêderekî ji Polîsa Hewlêrê ji K24ê re ragihand, dema hêzeke polîsan bi armanca desteserkirina tomatbarekî, diçin mala wî. Lê tometbar teqe li polîsan dibe. Di encamê polîsek tê kuştin û 4 polîs jî birîndar dibin.
Wê jêderî da zanîn, yek ji polîsên birîndar, bi pileya Eqîd e û navê wî Izedîn e, polîsê hatiye kuştin jî kurê wî ye.
Herwiha destnîşan kir, fermana desteserkirina wî tometbarî derketibû, hêza polîs bi armanca desteserkirinê çû mala wî. Lê tometbar xwe neda dest polîsan, teqe li polîsan kir.
K24
