Mihemed Reûf: Teqandina boriya neftê ji aliyê PKKê ve, destwerdana Tirkiyê zêdetir dike
Endamê berê yê polîtburoya Yekgirtûya Îslamî û cîgirê berê yê partiya Hevpeymaniya Niştimanî, dr. Mihemed Reûf li ser teqandina boriya nefta Kurdistanê ji aliyê PKKê ve, ji BasNewsê re got, gava Herêma Kurdistanê biryar da bi serê xwe nefta xwe bifroşe, pişta wê bi wê boriya neftê ya ku diçe bendera Ceyhan ya Tirkiyê, germ bû. Ji ber wê jî teqandina wê boriyê ziyana siyasî û aborî li dû xwe tîne.
Dr. Mihemed Reûf her wiha got, teqandina boriya nefta Kurdistanê, teqandina çavkaniya dirav û dahata xelkê Herêma Kurdistanê ye.
Wî siyasetmedarî anî ziman, teqandina boriya neftê dibe sebeba wê yekê ku Tirkiye hîn zêdetir destwerdanê li deverê bike û got, Tirkiye dê bêje madem borî teqandine lazim e em hîn zêdetir pêşde biçin û boriyê biparêzin! Heta îhtimal heye Iraq jî were meydanê. Ji ber wê jî karê ku PKKê kiriye, karekî xirab e û pirsgirêkan kûrtir dike.
Bi gotina wî siyasetmedarê kurd, ew karê ku PKKê kiriye, teror û tundî ye û li ti derî nayê qebûlkirin.
Wî endamê berê yê polîtburoya Yekgirtûya Îslamî behsa çar beşên Kurdistanê jî kir û got, çareserkirina pirsgirêka kurd li her çar beşên Kurdistanê pêwîstî bi rêkeka aqilane û diyalogê heye. Daxwaza min ji PKKê ew e, madem hêza we heye zû dest bi xebata siyasî bikin. Çimkî eger lawaz bibin wê çaxê mafê wan yê hilbijartinê namîne û dibin qurbana rêkeftinên Sûriye, Îran, Tirkiye û Iraqê.
Basnews
