• Thursday, 05 February 2026
logo

Serokê herêmê sersaxî da malbeta Melekşa

Gulan Media November 2, 2020 Nûçe
Serokê herêmê sersaxî da malbeta Melekşa
melekşa bi helbestvanê Awyerê binav kiriye.
Melekşa bi Helbestvanê Awyerê binav kiriye.

Piştî ku duhê Helbestvan û Wêjevanê Kurd, Celal Melekşa koça dawî kir, îro Serokê herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî peyameke sersaxî da malbeta wî.

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de nivîsandiye; Mixabin nûçeya koça dawî ya Helbestvanê mezin yê Kurd Celal Melekşayî gehêşte me, sersaxiyên xwe pêşkêşî, malbeta wî ya birêz, dost, heval û hogirên helbestên wî dikim, hevparê xema helbestvan û wêjevanên Kurdim bo wenda kirina Helbestvanê Awyerê.

Celal Melekşa sala 1951 li gundê Melekşa ya ser bi Sineyê ve ji dayik bûye û di warê wêje û helbestê de cîhê destê wî diyare.
Top