• Sunday, 08 February 2026
logo

Macron pesnê şervanên Kurd da

Gulan Media November 1, 2020 Nûçe
Macron pesnê şervanên Kurd da
Serokomarê Fransa di hevpeyvînekê de behsa rola şervanên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê dike û pesnê wan dide.

Serokomarê Fransa Emmanuel Macron, di nûtirîn hevpeyvîna xwe de dibêje ku arezûyên emperyalî yên Tirkiyê li navçeyê hene û ew yek ji bo aramiya navçeyê tiştek ne baş e.

Emmanuel Macron diyar dike, ku bi gumana wî, tiştê ku li Sûriyê bû, ji bo gelek hevpeymanan û Amerîka sûrprîzek bû, hevdem hebûneke wan ya esmanî li wê derê hebû.

Herwiha Macron teekz dike, ku bi saya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û şervanên aza yên jin û mêr yên Kurd, wan şerê DAIŞê kiriye û ew mijûlî serkeftina li ser DAIŞê bûn, lê ji bo şerê wan kesên ku duh hevpeymanên wan bûn, Tirkiyê Sûriyê dagîr kir.

Macron rexne û têbîniyên xwe arasteyî tevgera Tirkiyê li navçeyê kir û nîşan bi rola şervanên Kurd li dijî DAIŞê da.

Rudaw
Top