• Friday, 06 February 2026
logo

Hejmara qurbaniyên erdheja Îzmîrê gihîşt 79 kesan

Gulan Media November 2, 2020 Nûçe
Hejmara qurbaniyên erdheja Îzmîrê gihîşt 79 kesan
Li Îzmîrê hejmara qurbaniyên erdhejê zêde dibe û li gor AFADê heta niha 79 kesan canê xwe ji dest dane.

Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) a Tirkiyê aşkere kir ku di encama erdheja Îzmîrê de heta niha 79 kesan canê xwe ji dest dane û 962 kes jî birîndar bûne.

AFADê aşkere jî kir ku xebatên lêgerînê li 8 avahiyan berdewam in û diya jî kir, piştî erdhejê 1120 paşlerz qewimîne ku hêza 43 ji wan di ser 4.0 de bûye.

Li aliyê din zarokeke 3 salî piştî 65 demjimêran ji bin kavilan hat derxistin. Ew zaroka bi navê Elîf Perînçek bo nexweşxaneyê hat veguhastin.

Dayik û 2 xwûşkên Elîfê jî berî niha hatibûn rizgarkirin, lêbelê birayê wê yê bi navê Umut canê xwe ji dest dabû.

Wezîrê Bajarvaniya Tirkiyê Murat Kurum jî aşkere kir ku ew dê bo her malbateke berkeftiyên erdhejê bi qasî 30,000 lîreyê Tirkî alîkariyê pêşkêş bikin.

Basnews
Top