Pîranî: PKK, YBŞ û HDP wek Îran û Heşda Şeibî li dijî rêkeftina Şingalê ne
Sekretêrê Giştî yê Hereketa Azadî Metîn Pîranî beşdarî bultena K24ê bû û li ser destêwedanên PKKê di karûbarên Herêma Kurdistanê de besivên Cemal Batun dan û ragihand, “Berê jî dijminên kurdan bi her sedemekê êrîşî xaka Kurdistana pîroz dikir û gundên Kurdistanê dihatin valakirin. Vê carê jî bi hinceta hebûna PKKê, Tirkiye û Îran êrîş dikin û xak û serweriya Kurdistanê binpê dikin. Me gelek caran daxwaz ji PKKê kir ku divê ew piştgîriya Herêma Kurdistanê bikin, lê heta niha ti bersiveke erênî ji aliyê wê ve nehatiye dayîn.
Pîranî got: “PKKê bi dehên salan li Libnan, Sûriye, Iraq û Îranê ma. PKKê her car jî daxwazên wan welatan bicih anîne. Wek mînak, sala 1999an Serokê Sûriyê yê wê demê Hafiz Esed daxwaz ji Rêberê PKKê Abdulah Ocalan kir ku ji Sûriyê derkeve. Ocalan jî ji wî welatî derket. Di vê rewşê de jî, divê PKK wek çawa rêz li daxwaza wan dewletan digirt, divê rêzê li daxwaz, serwerî û destkeftiyên Herêma Kurdistanê jî bigire.”
Li ser pirsa teqandina boriya petrolê ya Herêma Kurdistanê, Pîranî diyar kir: “Di dema referanduma serxwebûna Kurdistanê de, Tirkiyê gef li Herêma Kurdistanê xwar, heger serxwebûnê rabgihîne, dê boriya petrolê bibire. Lê ev gef bi awayekî Teorîk bû, lê mixabin îro PKK bi awayekî pratîk boriyên petrolê diteqîne… Dewletên dagîr çi dibêjin, PKK wê bi praktîkî dike.”
Herwiha got: “Berî du salan PKKê êrîşî dîplomatên tirk li Hewlêrê kirin û 2 welatiyên kurd jî şehîd kirin. Herwiha ji ber sedema siyaseta PKKê ya şaş, bi sedan gundên başûrê Kurdistanê vala bûne. Berî çend hefteyan berpirsekî Asayişê kuşt. PKK bi her awayî xizmeta aliyên din dike, ne ku xizmeta gelê ku û Herêma Kurdistanê dike.”
Pîranî da zanîn: “Sîstemeke antîkurd heye. Di vê sîstemê de dewletên dagîr ên wek Tirkiye, Sûriye, Iraq û Îranê hene û li dijî kurd û destkeftiyên kurda kar dikin. Mixabin di nava kurdan jî hin rêxistin hene xizmeta wê sîstemê dikin.”
Derbarê rêkeftina Şingalê de, Pîranî got: “Piştî rêkeftina Şingalê, me wek Hereketa Azadî jî piştevaniya xwe jê re nîşan da. Ev rêkeftin di navbera Hikûmeta Kurdistanê û Iraqê de hate kirin û gelek welatan piştevanî lê kirin. Li gor rêkeftin, divê Şingal bê avedankirin û xelkê Şingalê yê derbider vegerin ser cih û warên xwe. Lê Îran, Heşda Şeibî li dijî vê rêkeftinê derketin. Em li bendê bûn PKK, YBŞ û HDPê piştevaniyê lê bikin, lê mixabin ew wek Îran û Heşda Şeibî li dijî wê rêkeftinê derketin. Kengî Kurdistan gavên baş ji bo berjewendiyên gelê kurd davêje, mixabin PKK dijayetiya wê dike.”
Herwiha Sekretêrê Giştî yê Hereketa Azadî got: “Dema Şingal radestî Heşda Şeibî bûye, divê PKKê cihê xwe li aliyê kurdan de bigirta, ne ku pişta Îran û Heşda Şeibî bigire. PKK ligel Îran û Heşda Şibî kar dike û dijayetiya Herêma Kurdistanê dike. Em wan şaş dibînin û divê PKK dest ji wê siyasetê berde û veger ser xeta neteweyî.”
K24
