• Friday, 06 February 2026
logo

Li Efrînê çekdaran dest danî ser 17 hezar darzeytûnên cotkarên Kurd

Gulan Media November 2, 2020 Nûçe
Li Efrînê çekdaran dest danî ser 17 hezar darzeytûnên cotkarên Kurd
Grûpeke çekdar a ser bi Tirkiyê dest daniye ser 17 hezar darzeytûnên hejmarek cotkarên Kurd li nahiyeya Cindirêsê ya Efrînê.

Rêxistina Mafê Mirovan-Efrînê ragihand ku grûpa Ceyş el-Şerqiye ya girêdayî Tirkiyê dest daniye ser 17 darzeytûnên hejmarek welatiyên Kurd li 6 gundên nahiyeya Cindirêsê ya herêma Efrînê.

Li gor Rêxistina navborî, çekdarên el-Şerqiye dest danîne ser darzeytûnên welatiyên Kurd ên ji neçarî koçber bûne.

Ew darzeytûnên ku hatine talankirin li gundên Qîlê, Bircikê, Çeqelê Cûmê, Miswkê Jorîn, Miskê Jêrîn û Sindiyankê.

Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ji 18ê Adara 2018 ve û piştî êrîşekê ku 58 rojan dom kir, di kontrola hêzên artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên opozisyona Sûriyê de ku Enqere piştevaniya wan dike, ye.

Ji dema kontrolkirina Efrînê ji aliyê Tirkiyê û komên çekdar ve, bi dehan haletên binpêkirina mafên mirovan li hember welatiyên resen ên herêmê ku Kurd in, hatine kirin û rêxistinên mafên mirovan ên herêmî û cîhanî li ser wan binpêkirina raport belav kirine.

Ji herêma Efrînê tenê 12 gundên nahiyeyên Şêrawa û Şera di destê hêzên Kurdî û Rêveberiya Xweser de mane û niha ji aliyê rêveberiya li Kantona Şehbayê ve tên birêvebirin.

Rudaw
Top