• Thursday, 05 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî kevirê binyadê yê navenda bazirganîkirina genimê cotkaran datîne

Gulan Media November 2, 2020 Nûçe
Mesrûr Barzanî kevirê binyadê yê navenda bazirganîkirina genimê cotkaran datîne
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kevirê binyadê yê projeya navenda bazirganîkirina genimê cotkarên Herêma Kurdistanê li Hewlêrê datîne.

Bi serperiştiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî, îro demjimêr 11:00 merasîma danîna kevirê binyadê yê projeya navenda bazirganîkirina genimê cotkarên Herêma Kurdistanê li parêzgeha Hewlêrê birêve diçe.

Ev proje, projeyeke stratejîk a kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê di warê çandiniyê de ye, bi armanca dabînkirina asayişa xwarekê ye.

Di çarçoveya vê projeyê de, salane 500 hezar ton genimê cotkaran tê wergirtin. Ji bo wê mebestê jî, çendîn saylo û kargehên taybet li parêzgehên Herêma Kurdistanê tên dirustkirin. Bi vê yekê re jî, bi hezaran derfetên kar ji derçûyên kolîja çandiniyê re peyda dibin.

K24
Top