• Friday, 06 February 2026
logo

Hevrikiya Trump û Biden di roja dawî de ye

Gulan Media November 2, 2020 Nûçe
Hevrikiya Trump û Biden di roja dawî de ye
Temenê kampeyna hilbijartina Trumpê Komarî û Bidenê Demokrat, çend demjimêrên hindik jê re mane.

Herdu berbijêran tîşk xistine ser wîlayetên yekalînebûyî, ku rapirsiyê di navbera herdu berbijêran de, bilind û nizim dikin.

Ew wîlayetên ku niha bêhtirîn fokus li ser wan heye, 8 wîlayet in: Florîda, Pensilvanya, Ohayo, Mîşîgin, Karolînaya Bakur, Arîzona, Wîskonsin û Away.

Joe Biden, Berbijêrê Partiya Demokrat ji bo posta Serokatiya Amerîkayê, dibêje, “Em dizanin ev serdemek e bi tevayî tarî ye, ku welatê me tê de derbas dibe. Temaşe bikin em di çend kêşe û krîzan de derbas dibin. Her ji qurbaniyên nexweşiya Koronayê heta digihêje regezperistiyê, sisitya abûrî, bêkarî û kêşeyên navdewletî.”

Barack Obama jî ligel Biden, zendûbendên xwe ji bo kampeynan hildane û li Mîşîgin daxwaz ji xelkê kir bi dengên xwe Amerîkayê deynin ser rêyeke cuda ji wê ya ku arasteya Trump hilbijartiye.

Barack Obama, Serokê Berê yê Amerîkayê diyar dike, “Nûçeyên xweş roja Sêşemê derdikevin, wê rojê em dikarin deng ji bo guhertinê bidin. Em dikarin Joe Biden û Kamala Harrîs hilbijêrin û Amerîkayê baştir ava bikin. Welatiyên Mîşîgin! Pêwîst nake ewqasî çaverê bin, ji niha ve deng bidin.”

Pensilvanyaya yekalînebûyî jî, wêstgehek e ku di vê rojê de Trump gelekî serdana wê kiriye û li wê derê jî li gorî rapirsiyan, Biden bi 4 xalan li pêş e.

Donal Trump, Serokê Amerîkayê diyar dike, “Ev ew wîlayet e ku xewna Amerîkayê diparêze. Di 3yê meha 11em de, em Pensilvanyayê dibin û çar salên din li Koşka Spî ya ciwan dimînin. Tenê çend demjimêrên hindik ên din pêleke sor dirust dibe. Em bi hev re wê pêlê dirust dikin û zora rikaberên xwe dibin, lê nikarin tiştekî di vê derbarê de bikin.”

Ji bilî Trump, Mîlaynaya hevjîna wî jî mijûlî kampeynan e, ku ya dawî ji wan li Wapolniya Pensilvanyayê bû.

Li derveyî rapirsiyên niştimanî, ku Biden bi nêzîkî 8 xalan li pêşiya Trump datînin, pêşbînîkirina serkeftiyê hilbijartinan gelekî zehmet e, û eger heye, di demjimêrên dawî de ji vê rikaberiyê, encam ber bi wê arasteyê ve herin, ku ti carê nehatibûne pêşbînîkirin.

Rudaw
Top