Prosesa xwendinê hate rawestandin
Bi qasî mehekê tê rawestandin.
Îro komîteya rûbirû bûna Koronayê li gel rayedarên wezareta tendirostî û perwerdehiya hikûmeta herêma Kurdistanê civiya.
Di civînê de giftûgo li ser rewşa perwerdehî û bi korona ketina hijmarek Mamoste û Xwendekaran hate kirin.
Herwiha derbarê şîret û rêkarên nû yên rûbirû bûna Koronayê de nîqaş hate kirin û biryar hate dayîn daku heta dawiya Mijdarê prosesa xwendinê li seraserê Kurdistanê were rawestandin.
