Azerbaycanê kontrolkirina 5 deveran li Qerebaxê ragihand
Serokê Azerbaycanê Îlham Elîyêv ji televizyonekî Almanî re ragihand, ew her dem aştî pêşniyar kirine û pabendî plana aştiyê û perensîpên sereke bûne. Li gorî perensîpên sereke, dê li ser çend qonaxan xaka xwe rizgar bikin.
Diyar kir, dê li destpêkê pênc deveran û piştra jî du deveran kontrol bikin.
Elîyêv ragihand jî, ew dikarin bibêjin her pênc deverên qonaxa yekem, kontrol kirine.
Ji aliyê xwe ve, Serokwezîrê Ermenistanê Nicole Pachinian ragihand, Azerbaycanê rêkeftina duh a derbarê armancnekirina sivîlan hatiye kirin, binpê kiriye.
Duh Her du Azerbeycan û Ermenistanê li ser armancnekirina sivîlan û pevguhertina term û dîlan li Cenêvê rêkeftibûn.
K24
